Di çentê Serok Barzanî de çi heye?

Belê, Serok Barzanî rêwîyê Amerîkayê ye û wê di demek pir nêzîk de serdana Qesra Spî bike û silavekê bide Reşo Beşo Obama.

Li gor fitne û fesadên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêjin, xwedêgiravî ev serdana Serok Barzanî pir û pir girîng e û di çenteyê Serok Barzanî de gellek dosya û tiştên pêwist hene.

Hinek dibêjin: “ Di çenteyê Serok Barzanî de sêv û pirteqal hene“.

Hinek dibêjin: „Na wele mûz û xurme hene“.

Hinek dibên: „Bi namûs hejîr û mewîj hene“.

Hinek jî dibên: „Bi sê telaqên jinberdanê dosya hene, dosyayên serxwebûn û pêşeroja Kurdistanê, dosyayên şerê li dijî DAÎŞê û rizgarkirina bajarê Mûsilê“ filan û fîstan.

Bi rastî em jî wek Lotikxane meraq dikin:

Gelo di çentê Serok Barzanî de çi heye?

Gelo birastî sêv û pirteqal, mûz û xurme, hejîr û mewîj hene, yan dosyayên pêşeroja Kurdistanê hene?

Îcar qurban, heçê zanibe bê di çentê Serok Barzanî de çi heye, emê çewalek sîr û pîvaz ji wan re bişînin.

Ê de haydê, qewet be ji we re..

About The Author