Gelo hûn cîranên qûnek û qûnde dixwazin?

Miradê Torî

Buroya Plansazîya Çandî û Civakî (SCP) a Hollandayê, lêkolîn û lêpirsînek giştî li ser hemcins û hemzayendan (qûnek, lezbîyen, trans  filan û bêvan yanî) kir. Di lêkolîn û lêpirsînê de encamên balkêş derketin holê. Li gor lêkolîn û lêpirsîna SCP, hemcins li seranserê cîhanê raserî nerazîbûnê tên û ji civakê tên dûrxistin. Li gor lêkolînê, cîh û welatên ku herî zêde bi nermî û maqûl nêzîkî hemcinsan dibin, di rêza yekemîn de Ewrûpa û welatên Ewrûpayê ne. Di rêza duyemîn de Amerîka Başûr (Latîn Amerîka) ye. Û li Latîn Amerîkayê jî Ûrûgûay di rêza yekemîn de ye ku mafê qûnek û qûndeyan diparêze.

Û Tirk û Tirkîye?

Gelo hûn meraq dikin bê Tirk û Tirkîye çawa nêzîkî hemcinsan dibe?

Di lêkolîn û lêpirsîna SCP de, li Tirkîyê ji Tirkan pirsîne: Gelo hûn cîrantîya qûnek û qûndeyan dixwazin? Hûn dixwazin cîrantîyê bi hev re bikin?

Ji %85ê Tirkan gotiye: „Em qet cîrantîya qûnek û qûndeyan naxwazin qardaşim, bela dûrî me bin û nêzîkî şeytên bin. Îcar cîrantîya qûnekan haaaa, na babam na, wê peşkên wan li me û zarokên me jî bikevin, hew we dît em jî bi saya serê wan bûn qûnek yaw, na, nabe! Ne şeytên bibîne û ne naletê lê bîne „ filan û fîstan.

Û SCP ji hinek Kurdên Stenbolê û der û dora HDP jî pirsîne helbet.

Êêêê, Tirk cîrantîya qûnek û qûndeyan red dikin, naxwazin, gelo hûn çawa difikirin? Bela qûnek û qûnde bibin cîranên we yan na? Hûnê cîrantîyê bi hevre bikin yan na?

– „Ma ev jî pirs e oxlim? Ma hûn helwesta partîya me nizanin? Partîya me partîya kê kir kê ye, kî tê ehlen we sehlen, ser seran û ser çavan. Bes bila Kurdayetî û Kurdistanîbûnê nekin, doza netew-dewletbûnê nekin bes e. Qûnek e, qûnde ye, lezbîyen e, trans e, nêrûmê ye, qey ferq nake, hêç e. Hewceyî cîrantî û mîrantîyê nake yaw, ji xwe em di bin konekî de dijîn“ filan û xeftan.

Bi kurt û Kurmancî, Tirk ji cîrantîya qûnek û qûndeyan aciz in û naxwazin. Naxwazin peşkên qûnekan li wan jî bikevin û pê biherimin.

Û hûn?

Gelo hûn wek Tirkan difikirin, yan wek Kurdên HDP?

Ez dibêjim mafê qûnek û qûndeyan jî heye ku bi azadî û serbestî qûna xwe bidin lo, ma rebenan ne ji Eyşika Ereb in ne wisa!

Hollanda

gaylar

lezbiyen

About The Author