Tirr li ku û das li ku Aylokê!

Nûroj Hebizbinî

Endamên îstîxbarata Îranê li Mahabadê xwestin destdirêjîya keça Kurd Ferinaz Xosrawanî bikin. Keça Kurd Ferinaz Xosrawanî ji bo nekeve destê qûnekên Faris û namûsa wê nelewite, xwe ji qata 4an avêt û xwe kujt. Helwestek bi namûs û xîretane danî, namûsa xwe teslîmî Farisên qûnreş nekir. Evê bûyerê Kurd rakirin ser tapanan û li seranserê cîhanê Kurd xwedî li keça Kurd Ferinaz Xosrawanî û helwesta wê derketin. Lê mixabin hinek Kemalîst û dewşîrmeyên çeqilmast bûyer berovajî hev kirin û bi helwest û daxuyanîyên xwe dîsa xizmeta Farisên qûnreş û dagîrkerên Kurdistanê kirin.

Jinên dewşîrme yên HDP qaşo li Amedê meşek li dar xistin û bûyera li Mahabadê şermezar kirin. lê xwezî nekiribûna û xwelî li serê xwe nekiribûna. Jinên HDP li Amedê bûyer û kiryara li Mahabadê ji naveroka netewî dûr xistin, naverok vala kirin û helwesta Farisên qûnreş ne wek êrîşek li dijî Kurd û jina Kurd, lê tenê wek êrîşa li ser jinê bi nav kirin. Ango mijar ji naveroka netewî û Kurdbûnê dûr xistin û wek her tiştî ew beravêtî û bêwate kirin. Wey ne li we be û ne li meşa we û şermezarkirina we be! Endamên îstîxbarata Îranê bi destdirêjîya keça Kurd Ferinaz Xosrawanî xwestin destdirêjî namûsa Kurdan bikin. Lê ev jinên gewende û qereçîyên HDP jî heman destdirêjîyê dikin û mijarê ji naveroka netewî vala dikin, pûç û vala dikin.

Axir…

Îcar em bên ser porkur û xwelîsera Ayla Akat xanim efendîlerî.

Wekîl û zîtirkvana HDP Ayla Akat Ata li bajarê Batmanê xwelîya 7 gundan li serê xwe kir û mijara Ferinaz Xosrawanî dîsa berovajî kir. Akat xanim efendîlerî destdirêjîya keça Kurd Ferinaz Xosrawanî û gerîllaya PKK Berîtanê kir wek hev, lê helbet naverok çelqo belqo kir û dijminatîya xwe ya li hember PDK û Barzanîyan eşkere kir. Ayla Akat xanimlerî li Batmanê di axavtina xwe de lotikek Eşme rûhkî avêt, wê jî wek rêhevalên xwe xizmeta dilnexwazên Kurdistanê kir û di kesayetîya PDK de êrîşî Barzanîyan û xeta netewî kir.

Wek tê zanîn, di 1992an de li Xakurkê di navbera PKK û YNK de (ku îro herdu hevkar û şirîkên hev in) şer derketibû û gerîllaya PKK Berîyan ji alîyê pêşmergeyên YNK ve hatibû kujtin. Lê porkura Ayla Akat pir bi zanatî mijarê berovajî hev dike,  kujtina Berîtanê dixe stuyê PDK û dixwaze PDK û endamên îstîxbarata Îranê têxe heman mêzînê. Xwelîsera Ayla Akat Ata gotiye: „Çawa ku Berîtan radestî (teslîmî) PDK nebû, Ferînaz jî radestî endamên Îtlaatê (Îstîxbarata îranê) nebû“ filan û fîstan û jehr û ziqûm. Ayla Akat a ku gellek kes wê wek endama MÎT a Tirkîyê destnîşan dikin, PDK û Îstîxbarata Îranê dike yek û xwe di bin cilikê de vedişêre. Xaltîka me Ayla Akat yek ji wan Parêzer (Ebûqat)ên Kemalîst e ku li serê PKK bûne bela yan jî kirine bela û bi rêya wan Parêzerên Kemalîst berê Kurdan didin Tirkbûnê, Tirkayetîbûnê û Tirkîyetîbûnê. Çima ku PDK û Barzanî doza serxwebûna Kurdistanê dikin, Ayloka me radibe kujtina Berîtanê dixe stuyê PDK (ku ji min  û we çêtir zane ku YNK Berîyan kujtiye) û PDK tohmetbar dike.

Ez serê xwe û we neêşînim kezebno, gotinek heye dibêjin: „Heke rêberê kerê deve be, wê pozê kerê ji erdê ranebe“.

Îcar heta ev Kemalîst û dewşîrmeyên Tirkmanc serok û rêberên Kurdên xwelîser bin, wê pozê me Kurdan jî her û her di nav gû û rîxê de be û hûn sax…

Batman

 

About The Author