Malbat faşo, mejî tewşo-mewşo

Ehmed Kurdî

Ma ev jî ne ecêba xwedê ye, de were xanimek ji malbatek faşîst û nîjadperest bibe hevseroka Kurdên xwelîser û hefsarê Kurdan têxe destê xwe. Ma ji vê qebhetê mezintir heye ku Tirk serokatî û serkêşîya tevgera Kurd bikin û pozê Kurdan têxin nav gû û rîxa Tirkan û Tirkîyê?

Yalçin Kûçik, Dogû Perînçek, Ertûgrûl Kurkçu, Emîne Ayna, S.Sureyya Onder û bi sedan Tirkên mîna wan ne bes bûn, îcar rabûn xanima rindik û mindik Fîgen Yuksekdag bi paraşûtê ji balafirê avêtin ser serê Kurdan û ew kirin hevserok, hevseroka HDP.

Xaltîka Kurdên sererd û binerd xanim Fîgen Yuksekdag hevpeyvînek bi çapemenîya Tirko re çêkir û rastîya xwe raxist ber çavên Kurdên xwelîser.

Çi gotiye xaltîka we Yuksekdag?

Gotiye: „Ez ne Kurd im. Piranîya malbata min MHP î (faşîst û nîjadperestên Tirk) û oldar in“ filan û fîstan û rîxa kerê.

Û ma ne balkêş e?

Yuksekdag a ku xwedêgiravî çep e, sosyalîst e, qominîst e û bûye hevseroka Kurdên çeqilmast, heta îro jî endamek ji endamên malbata xwe nekiriye hevalê/la xwe û xwe bi wan nedaye qebûlkirin.

Û xanimê bûye hevseroka Kurdên peppûkî û li ser navê wan di devê Kurdan de dirî.

Ya rebbî, qey gava te aqil belav kir, te piçek nekir nesîbê van Kurdên xwelîser ya xweda!?

Qey Kurdan çi qebhet kiribû ku tu hefsarê wan dixî destê Tirkan ya rebîyo?

Yan te morîka xewê xistiye guhê wan lo?

Yan te bereketa axa Amarayê bi ser wan de barandiye?

Bes e ya xweda bes e!

Bes e qurban, êdî wê morîka xewê ji guhê wan Kurdên serxweş derxîne, hişê wan bîne serê wan û mîrkutekî li nav serê wan bixe wî!

Ma jin yan mêrên Kurd qeliyane ku tu Tirkan dikî serok û rêberê vî milletê belengaz babam?

Werhasilî kelam, em dev ji xwedê û rebbê alemê berdin û bên ser Fîgen xanimê.

Ma emê çi bêjin qurban, hema serokatî û hevserokatîya Tirkan li Kurdên xwelîser pîroz û bimbarek be û ez gûyê wan di devê Tirkmancan kim û hew…

Mersîn

About The Author