Medenîyeta ekolojîk û kevirolojîk

Belqitîyo

Em di qirnê 21ê de, di sala 2015an de dijîn. Dinya pêş ketiye, teknolojî ewqasî pêş ketiye ku êdî mirov difirin û diçin hîv û Marsê, dixwazin li ezmanê heftan dinyayek nû ava bikin. Lê di vê dinyaya pêşketî û di vê dema teknolojîya pêşketî de, hinek Kurd dixwazin civakek komunal a kevnare berî 10 hezar sal bijîn, civakek ekolojîk û kevirolojîk ava bikin û axa Amarayê bi wan bidin xwarin.

Û Erebên qûnreş?

Erebên qûnreş jî dijminatîya teknolojî û rehetîya dinyayê dikin, teknolojîyê wek berhema kafiran dinirxînin û heta ji wan tê bi kar naynin (em behsa xelkê peppûk û nezan dikin, yan na şêx û zikmezinên Ereban her gûyî dixwin û bi kar tînin).

Bi kurt û Kurmancî, ekolojîk û îlkelkomunalperestên Kurd û Erebên kevirolojîk xwedîyê heman helwestê ne. Hinek Kurd di qirnê 21ê de hîna axa Amarayê dixwin û hinek Ereb jî hîna diranên xwe bi kevir û çakûçan radikin. Xelk bi balafir û fûzeyan difirin ezmanê heftan, yên me jî dixwazin bi ker û dehşikan şoreşê bikin.

Hey babam hey..

About The Author