Malakan Hulya

Rojda Aydin

Lotikvana navdar Hulya Avşar, berî demek dirêj jî behsa xwe, malbata xwe û Kurdbûna xwe kiribû. Wê dema han ji çapemenîyê re dîsa behsa xwe û Kurdbûna xwe kir.

Hulyaka me axavtina xwe de dest bi lotikan kir û got: “Di mala me de ji derveyî navên Kurdî navên din nedihatin bikaranîn. Bavê min bi dizî li stranên Kurdî guhdarî dikir û bandora wan stranên Kurdî li min jî dikir”.

Hulya Avşar a germik û nermik, behsa navê xwe yê berê jî kir û got.”Di zaroktîya min de navê min “Malakan” bû. Ji ber ez zarokek gewr û boz bûm, navê min kiribûn Malakan. Malakan tê wateya “Rûsên zerik – Rûsên Gewrî boz”. Navê bapîrê min Apo û yê dapîra min jî Daduk bû”.

Axir, Hulya Avşar yanî Malakan xanim, di gellek wesîle û minasebetan de Kurdbûna xwe înkar nake û dibêje: „Ez ji alîyê bavê de Kurd im û pê serbilind im“. Wek tê zanîn, dotmama wê Yuksel Avşar jî di nav partîya KADEPê de xebata xwe ya siyasî dimeşîne.

Axir, ji îro û pêde ji Hulyaka me re bêjin Malakan û bi navê wê yê rastîn bang lê bikin gelî doxînsistan. Ji xwe heger hûn lê bikolin, wê derkeve holê ku ji sedî 90ên hunermendên Tirk bi koka xwe Kurd in. Lê mixabin ew zanebûn û ruhê netewî bi wan re çênebûye ku nasnama xwe eşkere bikin û bên ser rêya îmanê, îmana Kurdî.

Malakan xanim dîsa car caran rastîya xwe û malbata xwe dibêje. Lê hinek hunermend, bazirgan û siyasetmedarên xwelîliser, qûnek û qûnde hene ku tew şerm û fedî dikin bêjin em Kurd in.

De xwedê miradê Malakana me bi 70 Nûrîyên bihuştê bike rebbî…

Stenbol

About The Author