Yek li nêl dixe, yek li bizmêr

Kurd û Kurdistan ji gellek siyasetmedar û bazirganên siyasetê re bûye qada lotik û zîtirkan. Hinek malbat hene ku her ferdek wê ji partîyek dewletê re kar dike. Hinek di nava AKP de didin lotikan, hinek di nava CHP û MHP de didin zîtirkan û hinek jî bi navê Kurdayetîyê di nava HDP de tirr û fisên Tirkmancîtîyê dikin, Kurdan wek şîrêza Japonî bi dewleta Tirko ve dizeliqînin.
cemil-cewher
Meselen malbata Sakik..

Wek hûn zanin, Parmaksiz Zekî (Şemdîn Sakik) yek ji lotikvanên PKK û dergevanê başqan Ocalan bû. Ciwamêr belkî tiştên baş jî kiribin, lê piştî ku pişta xwe da PKK û Ocalan, hat girtin û niha di qulika hepsê de volta davêje. Xwedê sebrê bide wî rebbî…

Brayê wî Sirri Sakik bi salan e li ser navê Kurdan dide lotikan, geh dibe wekîl, geh dibe şaredar, geh Kurdayetîyê dike, geh jî Tirkayetîyê dike. Jê re her der bênder û gasîn e, çi û li ku li hesabê wî tê, li wir govendê digire.

Û brayê wan Namik Sakik?

Ew jî niha namzetê partîya AKP û Kasimpaşalî Receb e. Ew jî dixwaze wek brayê xwe Sirri Sakik ji karwanê meclîsa Tirko paşde nemîne û pê gezek nanê xwe bixwe. Em li ber wan hemûyan nakevin, lê yê ku xwedê jê stend û pelûla germ bi serê wî dabû, rebenê Şemo bû, ango Şemdîn Sakik bû. Êêêêêêêê, meriv kurê jinbavê be ewqas dibe babam!

Axir, mesela me ne li ser malbata Sakik bû. Me tenê wek nimûne ew malbat nîşan da, ne bi minasebeta heqaret yan dijberîyê. Ji ber Namik Sakik hinek lotik avêtibûn, mijar jî hat ser malbata Sakik û Sakikan.

Lotikvanê malbata Sakik kekê me Namik Sakik neket nav partîya çeqilmastên Tirkîyê, ango nebû namzetê HDP û li kêleka brayê xwe Sirri Sakik cîh negirt. Ê batî canim, ma bêaqile ku xwe têxe nava virika HDP û karê brayê xwe têk bibe û bi nanê wî bilîze. Nabe. Ew jî bû namzetê AKP û mirîdê Kasimpaşalî Receb. Xalê me Sirri Sakik mirîdê başqan Ocalan û Namik beg jî mirîdê Kasimpaşalî Receb. Ox, werin kêfa li ser kêfê…

Xalê me Namik Sakik di axavtinek xwe de çend lotik avêtin û ji çapemenîyê re axivî, da lotik û zîtirkan.

Çi got xalê me Namik efendî?

Got: „Ez kurê xwe ji bo Kurdistanê nadim kujtin. Ez bazirgan û tacir im, rêya Qendîlê jî nas dikim û zanim bê çek û sîleh jî çawa tên peydakirin. Min ji Cengîz Çandar, Hasan Cemal û Ertûgrûl Kurtkçu re got ez şer naxwazim, heke hûn dixwazin ferma biçin şer bikin“ filan û fîstan.

Lê gotina herî xweş û pirsa herî rast jî di van gotinan de dibêje mîster Namik efendî:

„35 wekîlên HDP hene, zarokên wan li Îngîltere, li Kibrisê dixwînin û perwerde dibin. Gelo zarokên çend wekîlên HDP li serê çiyê ne?“

Aha pirsa qerase jî ev e jixwe.

Birastî lo, ev HDP î yên ku li ser navê Kurdan Tirkayetîyê dikin, evên ku li ser ked û xwîna Kurdan diçêrin û bêrîkên xwe dadigirin, çend zarokên xwe şandine serê çiyê? Ev Tirkên ku serokatî û rêveberîya Kurdên xwelîser dikin, çend meriv û xwedîyên wan li serê çiyê ji bo Kurdan şer dikin?

Werhasilî kelam, heçê tê derxe û rastîyê bêje, emê li ser navê Partî Demokratî Lotikxane 2 mirîşk, dîkek, 3 elok û 5 hêkên qazê bidin wan.

Ê de qewet be ji we re qurban…

About The Author