Şîrê kerê vexwin, lê hûn nebin ker haaaaa!

Firildeq Elî

Li ser bextê ker, dehşik, qantir û bergîlên Tirkîyê be, dibêjin xwedêgiravî şîrê keran pir bêrdar e, bi fêde ye û ji bo bedena mirovan pir baş e. Nizanim heke meriv şîrê keran vexwe meriv dibe ker yan na, lê hinek şîrket û bazirganên Tirk dixwazin dest bi firotina şîrê keran bikin û ji şîrê wan serwet û sermaya xwe dewlemendtir bikin.

Li bajarê Kirklarelî yê Tirkîyê, bazirganê bi navê Kemal Ozdemîr helw dide ku dest bi firotina şîrê keran bike. Heta niha 165 mêker (kerên mê) û 40 dehşik kirîne û wan xwedî dike. Li gor tê gotin, wê şîrê wan keran hem ji bo vexwarinê, hem jî ji bo kosmetîkê (wek dermanê bedewî û xweşikbûnê) bê bikaranîn.

Li gor hinek fitne û fesad dibêjin, heçê şîrê keran vexwin dibe ku ew jî wek keran bibin ker. Lê li gor ku mirov şîrê çêlek, mîh û bizinan vedixwin û heta niha kesek nebûye çêlek, mîh û bizin, çima wê bibin ker ne wilo?

Ma kerîtî hema di vexwarina şîrê keran de ye babam?

Na welle û bille.

Ma hûn piranîya Kurdên me yên bakur nabînin, ciwamêran bêyî ku şîrê keran vexwin haşa min mizûr bûne ker û dane dû Tirkan, ala Tirko li qad û meydanan bilind dikin.

Bela bi vexwarina şîrê keran be û ne bi xwelîserî û xulamtîya Tirk û ala Tirkan be wesselam.

Stenbol

kero

About The Author