Bijî serok Hesintaş!

Zinar Qelemşûr

Belê hilbijartinên Tirkîyê bi dawî bûn, dê weledê xwe avêt û em ji qajewaj û qîrewîra serok û siyasetmedaran xilas bûn.

Di hilbijartinê de Partîya Çeqilmastên Tirkîyê HDP partîya herî serkeftî derket. Ji %13 deng girtin û 80 parlamenter derxistin. Her çiqas gellek kes û alîyan bawer nedikir ku HDP bendava %10 derbas bike jî, lê HDP bendav û baraj derbas kir û qûş li partîyên din qetand, gellek kes xeyalşikestî kirin û tirr ji wan berda.

Di serkeftina HDP de helbet rol û erka Seloyê me, ango Selahattîn Demîrtaş pir bû. Ciwamêr siyasetmedarekî baş, jêhatî, çeleng û germik û nermik e. Em jî û lotikên wî pîroz dikin û serkeftinên mezintir jê re dixwazin.

Kurdên me yên li derveyî HDP, ango ew Kurdên ku qaşo xwe netewparêz û Kurdistanî dibînin, di nivîs û şiroveyên xwe de ha ha êrîşî HDP dikin û qûşê lê diqetînin. Dibêjin HDP bûye partîyek Tirkîyê, Kurdistan firotiye û avêtiye teneka sibil.

Ê ji we re çi qardaşim?

HDP bixwe dibêje „Ez ne partîya Kurda me, ez partîyek Tirkîyê me“. Lê hûn çima li xwe zor tînin? Ciwamêr û ciwanikan rasterast dibêjin „em ne partîya Kurda ne“, ma bela partîyek Tirkîyê nekeve parlamentoyê babam?

Ma mafê HDP, LGBT û nizanim çi quzê kerê tuneye ku têkevin meclîsa virqo û lotikan bavêjin?

Belê welle û bille heye.

Hema çiqas û çend endamên HDP û LGBT têkevin meclîsa Tirko û meclîsa Tirko çiqasî qûnek û kunek bibe, ewqasî baş e û li xêra Kurda ye. Û bawer bikin, meclîsa Tirko çiqasî qûnek û qûnde bibe, wê ewqasî germik û nermiktir bibe û wê zêdetir germik û nermik nêzîkî Kurd û pirsgirêkên Kurdan bibin.

Ne Kurdistanî ne Kurdistanî, ma em karin herkesî bikin netewperest û Kurdistanî cîgerim, tevdîîîîrrrrr!

Ez serê we neêşînim, HDP êdî partîya 3. ya Tirkîyê ye. Hem jî xwedîyê 80-82 wekîl û parlamentera ye. Û Seloyê me jî, ango Selahattîn Demîrtaş (hem demîr û hem taş – hem hesin û hem kevir) xwedîyê 5-6 milyon deng e, serokê 80 wekîl û parlamentera ye, tembûrvan e, stranbêj e, ji qewla Kasimpaşalî Receb ve pop star e, û tew ne bes e, îcar çeleng û seksî ye jî, ma êdî kes kare pişta wî bide erdê? Ez di ber serokê sererd û binerd başqan Ocalan de sûnd naxwim ha, belkî ew tenê karibe guhê Seloyê me bikşîne. Wekî din bi allahwekîl tu kes nikare bêje sîya te xwar e.

Axir, em serkeftina Seloyê xwe û çeqilmastên HDP pîroz dikin.

Aqûbet li îlkel mîllîyetçîyên Kurd, ango li netewperest û netewparêzên Kurdistanê be rebbî.

Heke netewparêzên me ji serkeftin û siyaseta HDP şerm û fedî bikin, wê bên cem hev, wê bibin yek û alternatîfek Kurdistanî çêkin.

Na heke şerm û fedî nekin û herkes bêje „êzingên min“, ne wê bi kêrî xwe bên û ne jî bi kêrî Kurdistanê wesselam.

Stenbol

 

About The Author