Qûnekan bi Prof. Akgunduz veda

Miradê Torî

Alîgirê AKP û Rektorê Zanîngeha Îslamê ya bajarê Rotterdam a Hollandayê Prof.Dr Ahmet Akgunduz ( ji gundekî Diyarbekirê ye, yan Kurd e, yan jî Ermenî ye) berî hilbijartinan axavtinek kiribû û ji xelkê xwestibû ku dengê xwe nedin HDP.

Ahmet Akgunduz begefendî gotibû:

„Ji brayên min yên misilman ên ku deng bidin HDP re!

Bifikirin ku hûnê bi dengê xwe alîkarî û piştgirîyê bidin qûnekan, Ermenîyan, kafiran, nîjadperest û terorîstan“ filan û fîstan û pêde çûbû.

Piştî vê daxuyanî û banga Ahmet Akgunduz, Wezîra Perwerdehîya Hollandayê Jet Bussemaker rabû ser tapanan û di devê Akgunduz de rît, bi mîrkutan rabû ser serê Akgunduz û dest bi pêvajoya ku Akgunduz ji Hollandayê biqewirînin, kir.

Hikûmeta Hollandayê di serî de dixwaze Akgunduz ji rektorîya Zanîngeha Îslamê dûr bixe û piştre jî pêhnekê li qûna wî xe û ji Hollandayê bike der.

Li gor hinek fitne û fesadên bajarê Rotterdamê dibêjin, dibêjin xwedêgiravî Prof. Akgunduz poşman bûye ku zimandirêjîya qûnekên HDP kiriye û gotiye „xwezî min gû bixwara û min dev neavêta qûnekan, min nizanîbû wê ew qûnek min ji textê min bikin“ filan û fîstan.

Yaaaaaa sayin Akgunduz!

Ma tu hêza qûnekan hindik dibînî cîgerim?

Wan qûnekên ku te zimandirêjîya wan kir, nîhan qûna partîya te AKP û textê siltanê te Kasimpaşalî Receb hejandin.

Ma kes kare xwe li ber lotikên qûnekan bigire oxlim!

Ma te nizanîbû Hollanda welatekî demokratîk û qûnekparêz e û wê li ser qûnekan bixeyide law?

Wey weleeeedddddd, wey weled Profesor Akgunduz efendî!

Ez bi serê te û qûnekên Kurd û Tirk kim, pêşeroj pêşeroja qûnek û lezbîyenan e. Ma kes kare xwe li ber lotik û zîtirkên qûnek û lezbîyenên HDP bigire babam, waweylê!

Îcar tembîya min li we be gelî xwendevanan.

Hûn hûn bin dev navêjin qûnekan ha, eman eman.

Yan na, bi allahwekîl wê ji Prof. Ahmet Akgunduz xerabtir bê serê we û hûn sax…

Hollanda

 

About The Author