Tabûra çirto virto

Bavê Cengo

Ji bo Kurdistan nebe yek û serbixwe nebe her tişt tê kirin, haşa min hizûr her gû tê xwarin. Bi navê çepîtî, sosyalîzm û enternasyonalîzmê doza Kurd tê firotin û hefsarê Kurdan dikeve destê çend xwelîserên ku ne bi kêrî xwe tên û ne bi kêrî tiştekî din tên.

Li ser bextê fitne û fesadên Rojavayê Kurdistanê be, dibêjin xwedêgiravî tabûrek nuh (nû) li rojava hatiye damezirandin û dê weledê xwe avêtiye. Tabûra ku ji çend qûnekên çepên Tirk yên wek TKPML, TÎKKO û MLKP hatiye damezirandin, wê Rojavayê Kurdistanê, herêmê û Rojhilata Navîn biparêzin.

Tew mala minê tew tew!

Aha Kurd ev xwelîser in ha. Kurdên ku nahêlin pêşmergeyên rojava derbasî rojava bibin û welatê xwe biparêzin, wê bi çend qûnbigûyên çepên Tirk Rojavayê Kurdistanê û tew Rojhilata Navîn biparêzin.

Hey yawrûm hey!

TKPML, TÎKKO û MLKP ha?

Kuro oxlim, ka van qûnekan li Tirkîyê gundek azad kirine, gundek paraztine ku karibin Kurdistanê û Rojhilata Navîn biparêzin babam?

Ma kesên ku bi kêrî xwe neyên, wê bi kêrî kê bên hevalnooooooooo!?

Belê exûyî, qardaşlar û brakno..

Li serê Kanîyê Tabûra Azad a Enternasyonalîst hatiye damezirandin.

Û wê ev çepên Kemalîst ên Tirk Rojhilata Navîn biparêzin û azad bikin!

Yanî, qûna tazî tembûrê dixwazî!

Ax felekê te çima li me wa kir,

te hefsarê me xist destê Tirkan û mala me xera kir,

felekê yeman, bêbextê yeman,

hey min di te nîhayê felekê…..

Qamişlo

About The Author