Leyloka me vê carê daqurtand

Pîrkemal

Belê, wekîlên meclîsa Tirko û virqo sûnda nîjadperest û Tirkperest xwarin û kela dilê xwe rehet kirin. Bawer bikin ji nav wekîlên HDP bi piranî dilê me bi xaltîka me Leyla Zana şewitî. Di dema çûyî de Leyloka me derketibû ser dika meclîsê, kesk û sor û zer li serê xwe pêça bû, sûnd xwaribû û gotibû „Ez vê sûndê ji bo gelê Kurd û Tirk dixwim“. Lê vê carê mêşinî bûbû, yan jî gergedanên HDP ew tevizandibûn, ew heyecana berê, ew kelecana Kurdayetîyê pê re nemabû, nehiştibûn. Leyloka me jî ket nav karwanê parêzerên Tirkîyê û bi namûs û şerefa xwe sûnd xwar ku yekîtîya milletê Tirk û Tirkîyê biparêze. Ê de li ser xêrê be, ma emê çi bêjin…

Leyloka me ji ber Kurdbûna xwe bi salan di girtîxana Tirkan de raza. Ji ber helwesta xwe û berxwedana xwe xelatên navnetewî jî stend. Lê helbet li ser navê Kurdan stend, ji ber ku ji bo mafê Kurdan têkoşîya payebilind bû, hat hezkirin. Lê xuyaye Tirkên HDP ew jî kirin wek xwe, ew jî anîn ser rêya teslîmîyetê û zimanê Leyloka me girêdan. Hinek dibêjin „Ez bi serê we kim, nivişt û bazbend jê re çêkirine“. Hinek dibêjin „Na wele xaltîka me Leylokê westîyaye, ew enerjîya berê pê re nemaye“. Hinek dibêjin „Tirkên di nava HDP de li ser wê xwendine, devgirêdan jê re çêkirine“. Û bi dehan qal û qult û paşgotinên din. Lê xuyabû, gava Leyloka me ew sûnda bêxîretîyê xwend, rû û rûçikê wê tirş bû, serê xwe xistibû ber xwe û ji şerm û fedîyan li kamerayan nedinerî. Gava li ser namûs û şerefa xwe bû parêzerê yekîtîya milletê Tirk û dewleta Tirkîyê, ez zanim go niha ji xwe şerm û fedî kiriye. Gava xwedî li rêbaz û şoreşên Atavirqo derket, ez zanim go xwêsîya wê di qirika wê de maye. Lê xwedê nehêle, gava partîya meriv û serokên meriv Kemalîst û Tirkîyeparêz bin, meriv jî ji desthilanîn dikeve û nikare derkeve derveyî sînor. Aha xaltîka me Leyla Zana jî bi werîs û qeydên Kemalîstên HDP ve hatiye girêdan. Heyfa wê û heyfa keda wê rebenê. Xwedê ahê Leyloka me ji Kemalîstan re nehêle rebbî..

Axir, Leyloka me jî teba îmam. Zir qeraseyek wek milletê Kurd kirin Kemalîst û Tirkparêz. Ma go Leyloka me jî têkeve nav garana Kemalîstan pir e? Na. Xelk can e û Leyloka me jî ne bacan e. Helbet di dil û mejîyê xwe de Leyloka berê ye, Kurd e, Kurdparêz e û roj bê ewê dîsa li Kurdayetîyê xwedî derkeve. Lê tiştê min di rûyê Leyloka me de dît, Leyloka me bêhêvî bûye. Berê şoreş hebû, Kurdayetî dihat kirin, Kurdistan hebû. Lê niha? Niha Kurdistan avêtine teneka zibil, netew-dewlet heram e, yekîtîya xaka dewletên dagîrker ji Kurdistanê pîroztir e, zimanê Tirkî ji zimanê Kurdî pîroztir e, Tirkayetî ji Kurdayetîyê pîroztir û girantir e. Ê naxwe wê xaltîka me Leylokê çi bike yabo? Ma kare di nav garana Kemalîst û Kemalîzmê de bi serê xwe Kurdayetîyê bike? Nabe. Destê bi tenê deng jê nayê û xaltîka me Leyla Zana jî di vê zanînê de ye. Ji ber vê jî, vê carê çavê xwe girt û xwêsîya xwe daqurtand. Bêdeng û sertewandî sûnda nîjadperest û Tirkperest xwar û li cîhê xwe rûnişt.

Ax xaltîka Leylokê ax!

Gelo tu li mala xwe rûniştibûya, bi kesayetîya xwe, bi keda xwe, bi Kurdayetîya xwe tu li ser lingên xwe bisekinîya, ne çêtir û bi qedirtir bû? Ma hewce û pêwist bû tu di nav çeqel û keftarên meclîsa Tirko de serê xwe bitewînî û Tirk henekê xwe bi te bikin?

Yan birastî jî ew Leyloka berê çû û Leylokek din hat?

Werhasilî kelam…

Û sosreta mezintir çibû?

Xaltîka me Feleknaz Ûca bû.

Feleknaza me qaşo nizanîbû şildim bildima zimanê Tirkî. Felefnaza ku li Almanya xeber ji Barzanî re didan û ji dewleta Alman dixwest ku çek û sîlehan nedin Barzanî, wek bilbila çil ziman bi Tirkî sûnd xwar û ew jî bû parêzerek ji parêzerên milletê Tirk û dewleta Tirko.

Hey yawrûm hey!

Keçê qirikê, kezîkurê, tu di nava 10 rojan de çawa bû bilbila zimanê Tirkî xaltîka Feleknaz?

Ê helbet canim, gava ji %99ên HDP bi Tirkî biaxivin, serok û rêberên wê Tirk bin, ne 10 roj, meriv di 10 seetan de jî dibe bilbil allahwekîl. Hem jî bilbila Stenbolî.

Axir canim, bawer bikin tu gotinek me ji HDP û Tirkên di nava HDP re tuneye. Lê dilê me bi wan belengazên Kurd, ewên ku didin dû qûna Tirkan û bi navê çareserî û pêvajoya aştîyê wê sûnda Tirkperest dixwin, dişewite. Kesên ku bi salan ketine zindanên dewletê, êşkence dîtine, seqet mane, malbatên wan, bav û brayên wan hatine kujtin, îro bi namûs û şerefa xwe sûnd dixwin ku li yekîtî û yekparîya millet û dewleta Tirk xwedî derkevin, li rêbaza Kerxanecî Misto xwedî derkevin û ji sînorên qanûnên dewleta Tirk dernekevin der.

Îcar hinek Kurdên me dibêjin „HDP Kurdayetîyê nake, Kurdistan avêtiye teneka zibil law“ filan û fîstan.

Kuro oxlim, ma kesên ku di meclîsa Tirko de bi namûs û şerefa xwe sûnd bixwin, karin doza Kurd û Kurdistanê bikin?

Ez serê we bêşînim, Kurdên me namûs û şeref kirin bexdûnis wesselam. Hêvîdarim rebbê alemê çewalek namûs û şeref  bi ser wan de bibarîne rebbî…

About The Author