Yek dido, bawer sisê…

Bazê Qendîlê

Yê ku van rojan li rewşa Başûrê Kurdistanê binêre, wê dilê wî bixele, serê wî bêşe û guhên wî jî ker bibe. Guftûgoyên li ser hilbijartina serokê Kurdistanê ewqas aloz bûne û girêk lihevketine ku êdî tukes hêz nake ku bikaribe wan ji hev vebike û kumê Elo li serê Celo ke, yan jî reşan li fişan ke û di bêxwedîka netebityê re derbaske!

Civînên yek qolî, du qolî, sê qolî, çar qolî û pênc qolî pêk tînin lê ji xwarina xiyar û mozên ser masan tu encam ji van civînan dernakevin! Nizanim, çima van kakacanan ev mesele ewqas aloz kirine! Gelo hilbijartina serokê Kurdistanê ewqas zahmete? Kesekî layiq nîne bibe serok? Yan dav û xefkan li ber hev vedidin û dixwazin vê rewşa aram serûbin bikin! Ma oxlim, hûn dora xwe nabînin bê çi bi serê xelkê hatiye? Ne ter maye û ne jî hişk! Em wek bavê Teyar nabêjin fêrî fitwan bibin, lê ji derdora xwe ders û ibretan werbigrin!

Kakacan, eger hûn heq ji meselê dernakevin û nikarin biryarên netewî bistînin, teslîmî me bikin, eger me di bîst û çar katjimêran de, mesele safî nekir, wê demê Lotikxanê li Kurdistanê qedexe bikin û sîxurên wê jî ji wir derxînin! Yekcarê derfetê bidin me jî, eger di yek rûniştinê de me serok destnîşan nekir, hûn çi di derheqê me de biryar didin, me qebûle! Eger bawerîya we, bi gotinên me nayên, em dikarin ji we re riya hilbijartina serok eşkere bikin, tiştekî veşartî li ba me, di bin cilik û milikan de nîne allahwekîl!

Her yek ji we, berendamekî xwe destnîşan bikin û bişînin dîwana Lotikxanê, wek nimûne: ji Partî bera kak Mesûd be, ji Goran kak Niyûşîrwan, ji Yekîtî kak Qubad, û bera ji Komel û Yekgirtûya islamî jî emîrek ji van emîrê qerase be haaa! Emê wana di dîwana Lotikxanê de rêz bikin û li ser wan bixwînin: yek dido, bawer sisê, çeqla fisê, mamo dîno, kevrê şîno, qesra Elî, çarde derî, yek jê teter, yek jê meter, ez têr çûm û hatim, allah û ekber. Eger allah û ekber li kê ket, wê ew bibe serokê Kurdistanê! Lê ji allah û ekber a me netirsin haaa, em wek wan qûnreşên Daiş bi gotina allah û ekber serê tukesî jê nakin! Yê allah û ekber a me lê ket, ewê bibe serok, we got çiiiii?

 

About The Author