Devliken Kelogirî
Yekî xursî rojî nedigirt, lê her şev radibû bi dê û bavê xwe re paşîv-sihor dixwar.
Rojek…
Du roj…
Bavê wî lê dinêre sihor têra wan nake û bi vî hawî nabe. Aciz dibe û sibehekê bang lawê xwe dike, dibêje; „Berxê min! Ka were rûne. Anuha tu xwe nakî qurbana me rojiyê nagire, nagire, balo nekeve ber nanê me, isqaqa me nexwe law! Ev çi qeşmerî ye!“
Camêrê me xwe li erdê dixe û li bavê xwe radibe. Dibêje; „Jixwe ez rojiyê nagirim. Ma ez sihorê jî nexwim, ez bimirim, ez bêîman herim…“
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin