Kî dibê Kurd ne bedew in, gû dixwin

Hesen Almas

Hûn li van stêrk û lotikvanên Hollywoodê nenerin, bi allahwekîl, bi serê Îsa û Mûsa, heke ne ji wan makyaj û dermanên bedewbûnê be, ne tên xwarin û ne jî tên vexwarin. Lê bi saya serê makyaj û dermanan bedew û spehî dixuyin û doxînê li zilaman sist dikin.

Ma di nav Kurdan de keç û jinên bedew tunene?

Hene çawaaaaaaa, hene heta hûn bêjin bes. Lê ji ber ku bêxwedî ne û ew derfet ji wan re nehatine çêkirin ku bedewbûna xwe derxin holê, rebenan ne tên naskirin û ne jî kes bi bedewbûna wan dihese. Heke rojek ji rojan Kurdistan jî azad û serbixwe bibe û ew demokrasîya ku jin karibin bi azadî derkevin qad û meydanan pêk bê, bawer bikin wê keç û jinên Kurd tirrê ji stêrkên Hollywoodê berdin.

Aha ji we re keça Kurd, keça Kerkûkî Evon Wahab.

Evonka me bi bedewîya xwe li Amerîkayê deng daye û ji niha ve stêrk û doxînsistên Hollywoodê jê dihesidin. Evon Wahab wek sêvek xelatî ye, wek şîr û şekir e û nerînek wê bi sed nerînan e.

Ê de ka binerin bê Evonka me dikeve serê we yan na qurban.

New York

evon3

evon

About The Author