PİRPİTİYA PİTPİTOKÎ

Jinikok

jinikokeA ji tera bixwe ha. Quzzulqurt û jehra marê kor be li te heyy Hemogoşto. Xwezî tu bi xwarina şîvên bi goşt têr biba. Lê kaaa, bişev jî tu yê bi goştê canê min bikevî û heta xwe têr bikî nesekinî. Min kîrê te kiro ber serê bavê te heyy. Tu dewa çi ji vî perçê goşt dikî belqitiyo, xêrjiminnediyo. Bi ser de jî diçe kerxaneyê. Dema ku ez dikevim cila dibêje ez nikarim ewqas roj bê niyandin bimînim. Ez jî dibêjim de here belkî tu aydîs bibî ku em ji te xelas bibin kîrtujo, kîrşuro, kîrdiberniyandinêdeşkesto.

Aaxx axx, ez ji destê pitepita diya xwe bi vî bêmiradî re zewicîm û waye ez ji diya xwe xerabtir bûm. Bê lome be, divê meriv gotinê ji serê xwe mezin neke. Diya min digo “qîzêêêê, mêr dostê şevê û neyarê rojê ne, hay ji xwe hebe aqilsivikêêê”. Lê min çi dikir? Min qet guh nedida van gotinan. Ku kesek pir biaxive meriv pir lê guhdar nake. A vaye zaryê min jî li min guhdar nakin. Ez jî bûm weke pîra wan a pitpitok. Te dî xesiya min ji min re gotibû “haya te ji te hebe keçê, bavê viya kîrharekî wisa ye ku hedad nikarin ewkê wî bitewînin. Bişev û biroj çik e û ji min nagere, hatiye 70 saliyê xwe lê ewkê wî hîn 20 salî ye. Ku kurê wî nîvê nîvê wî be te guyê camiya tuwaleta roja înê xwariye welleh, de xwedê ardimçiyê te be”.

Ka kî van gotina dike ser û guhê xwe, teww. Ez qîzeke agirpêketî bûm wan çaxa. Min digo qey wê tim vî agirî di min de geş be. Piştî 10 salan ez jî nema dikarim wek berê bersiva mêrê xwe bidimê. De we deh sal berê ez bidîtima hahoo. Belqitiyê min hîn ji derî de diket hundir ez bazdidam diçûm min pantorê wî jê dişeqitand û me dest bi şildimbildimê dikir. Bişev jî 3-4 caran û carna dibû 5-6. Piştî 3 zarya ez hêdî hêdî ji hal de ketim. Anha şevê tenê dikarim 1-2 caran.

Cîrana min Kerîmaya dixwerenedîtî ez nezerî kirim welleh billeh. Digo “lê lêê, ew çi deng in bişev ji we tên. Em bi wan dengan şiyar dibin û dibêjin qey televizyon vekirî maye û tê de fîlmê Almanan heye. Mêrê min piştî ku van dengan dibhîse dibêje tu bi qurbana jina xelkê bibî jinikokê, şekokê. Ew jin e tu jinikok î, ew hirmî ye tu şekok î”. Erê erê ji wê û mêrê wê yê kîrnerm nayê îca çavê wê li min e kêzxatûna qunbirêx.

Neyse, ez rabim zarokan bikim xew û wê dîsa dema me ya gevizandinê destpêbike. Xwedêyooo tu îşev qewetê bidî min, yan jî ewkê viya biqurmiçîne.

About The Author