Oxirbe brakooooo…..

Pîrkemal

 

Erê brako..

Feleka xayîn dîsa derba xwe li me xist..

Dîsa bêbextî li me kir..

Li te, li malbata te, û li heval û hogirên te..

Bi carekê tu ji nav me bir..

Ne xatirxwestinek, ne qewîtîyek, û ne jî desthejandinek..

Tu jî weşîya ji dara jiyanê, wek gellek hevalên xwe..

Tu ne yê pêşî ye, ne jî yê dawî..

Hîn em gellek heval û hogirên te di dorê de ne..

Em nizanin ka wê feleka bêbext kengî derba xwe li me jî xe..

Me gellek rojên xweş bi hev re bihurandin..

Dil yek bû, armanc yek bû, mebest yek..

Erê brako, brakê Rodî…

Te serxwebûna Kurdistanê nedît, ew Kurdistana ku kulîlk û beybûna xewn û xeyalên me bû..

Ew Kurdistana ku bi hezaran Kurdên mîna te bi hisreta wê çûn..

Belkî em jî nebînin brako, belkî emê jî bi wê hisretê kefenê spî li xwe kin..

Lê xeman mexwe lo, îro nebû, sibê, îsal nebû çend salên din, emê dîsa bên ba hev..

Lê ne li vê dinyayê qurban..

Li axretê…

Emê dîsa govend û şahîyên xwe girêdin..

Emê dîsa Newrozên xwe bi def û zirne pîroz bikin..

Emê dîsa ji bo armanca xwe têbikoşin..

Ji bo Kurdistanê, ji bo serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê..

Her me li vê dinyayê Kurdistanek serbixwe ava nekir û nedît..

Lê hew te dît em li axretê gîhan meqsed û miradê xwe, belkî li wir em Kurdistana xwe ava bikin..

Û emê navekî xweş lê bikin..

Kurdistana axretê!

Oxir be brako oxir be, oxir be xortê Omerî, Rodîyê Mercî..

28.07.2015

About The Author