Ji lêvên doran maçek bo Kurdistanê

Rûken Bagdu

Ev demek e car bi car di ragihandina kurdî de hin nûçeyên niyas bi ber guhan dikevin. Gava dibêjim niyas, weke ji wan nûçeyên ku di ragihandina welatên cîranên wan de jî derdikevin û ziyatir di kategoriya magazîna „soft“ de cî digrin..Ya rast bi awayê sererasttir zêdetir li ragihandina welatên rojhilatî ku di bin nîrên kulturên konservatîv de ne ev cûre nûçe ciyê xwe peyda dikin di nav rûpelan de. Cî û warên ku jiyan lê di nav malên bi hewş de dibûhurin û dûr ji nezera yên din… ciyên ku sînorê hebûn û xuyabûna jin û mêran weke roj û şevê ji hev bi der in… ciyên ku awirên mêran weke radarên çavdêriyê misêwa li hev dizivirin û bi carekê bi fokûsekê li ser xalekê tîr dibin ew jî bi giştî ew dem e ku çavê wan bi jinekê dikeve, ku weke wan bi awayekî normal li kolanek an deverekê di halekî normal de an piyase dike li gel hevaleke xwe (hê jî ne bi tena serê xwe) an ji xwe re li vitrînên dikanekê dinêre, an dondirmeyekê dixwe, an jî bi her halekî…

Li van welatan, yê me jî tê de, dewlemendiya jiyanê ne li ser kultureke pirralî, ne li ser dîmenekî heterojenî, hetta ziyatir li ser hederjinî û serdestiyeke mêrane ya pûç avaye ku tu xaleke hevpar nabîne li gel hevdemiyên xwe yên dinyaya modern, civakên vekirî û pêşketî.

Li wan civakên ku nirxên mirovatiyê bi maneya xwe ya xwezayî li ser wekheviya herdu zayendan, jin û mêr, di her warî de bi hevsengî saz bûye û bi rê ve diçe ku  jiyan lê şêntir, dil geştir û çav têrtir in heta radeyekê. Ew wekhevî ku hê li nav malê di nav xweh û bira de dest pê dike, di mafê xwendinê de diguvire û di jiyana kar de fêkiyên xwe dide, dawiyê jî jê pê de li gor karîn û serkeftina her kesekî bêyî ciyawazî cihekî dide bi kesekî di nav civakê de. Herdu alî sînorên hev dinasin, herdu alî rêza mafên hev digrin. Raza rengînî, serkeftin û balkêşiya jiyana wan welatan ev e û hewqasî hêsan e, ne tiştekî din. Bi tenê ristina jiyaneke bi hevkarî li ser tevneke dualî.

Îca li van welatên konservatîv û girtî ku rengê jinan di neqşê jiyanê de an ji binî tune ye an jî çilmisî ye, mêrên van welatan jî bê hemd dikevin nav xefikên hestên birçî de. Herî baş di fransî de gotina „frustration“ vê rewşê kare zelal bike. Bi maneya herî nêzîk ku bê wergerandin, bêparî ji tiştekî an nebûna xwediyê tiştekî an jî astengbarî ji bo xwe gihandina bi tiştekî. Ew bêparî, ji xwezayî ve çavan birçî, nefsê bê terbiye dihêle. Hestên ne têr bi tahneke kûvî û hovane sor dike û dike ku bê hemd li xefikan hilgere.

Nûçeyên magazîna soft ku li ser malperên kurdî cî digrin ev çendek e, wek filan stranbêja fars bi kurdî sitra… bêvan mankena ûkraynî zaf dixwaze serdana Kurdistanê bike, aktrîsa navdar, mîsal ya Honolûlûyî heyrana mêrên kurd e û hwd… bel bel bel bel!!! Şaciwana filan welatî gotiye „Kurdistan pêm zor xoşe“.. Hella hella… Ev kengî rêya wan bi Kurdistanê ketiye, kengî an jî kîjan mêrên kurd ewçend ji nêz ve nasîne? Ew Kurdistana ‚ke pêyan zor xoşe‘ nizanim ji çi alî ve ecibandine? Ti kite kit li ser van hizrên wan tune ne… Gelo li geliyên Dêrsimê rojekê guh dane xume xuma pêlên Çemê Mûnzûrê, gelo buharekê li Deşta Bilê li nav bêhna gul û kulîlkan, kîvroşk pekiyane ji ber lingên wan, gelo li hafa kanyonên Rewandiz û Geliyê Elî Begê li ser hizra man û nemanê di azmûneke felsefî re derbas bûne, ji xweşiya hêşînahiyên geliyên di bin Amêdiyê re ji kêfa pirpirok (pelpelîk) hilfiriyane ji ser dilê wan an li nav hewşa  xaniyekî li ser keleha Hewlêrê li bin sorahiya avahiya rojê, bi xewnên hezar û yek şevî ve xewirî ne? Min ne bawer e yek ji van jî be. Lê bi „bedewiyeke çêkirî“ ango bi rûyên veziliyayî ji botoksê, bêvilên keritandî bi emelyatan, lêvên bi doran zirrzirî ji slîkonan, sîng û berên pirrpişî li ber çavan û bi awirên nîv xewirî lêvên xwe dikin cotik, maçekê dişînin ji hezkiryên xwe yên Kurdistanî re.

Hay lo lo wey lê lê! Yek nizane gelo li halê ku jin ketinê de biêşe an li beşek ji mêrên ku hedef in ji bo van jinkokan ji vî welatê birîndar..û ew cûre mêrikên weke çêlên çûkan ku devê wan gazekê ji hev li hêviya kurmikekê… Eşkere ye ku ne ji bo bejn û balên bilind an çavên belek ev „bedew“ hez dikin berê xwe bidin Kurdistanê. Dinya alem zane êdî ku Kurdistan kengî ber xwe bibîne di demeke herî kurt de dibe yek ji dewlementirîn welatê dinyayê. Serê deh panzdeh salan e bi vî halê xwe yê nîvotonom ji bo massprojeyên aborî bi
gellek dewletên dinyayê re di nav hevkariyeke entegre de ye. Çar alî ji bo avedaniya xwe, halêhazir ji bo beşekê be jî ‚wirde wirde‘ di nav xebatekê de ye. Diranekî wê jî digere êdî li nav çerxa aborî ya cîhanî. Ji bo hemû cûre bazar û pêwendiyan, dibe navendeke ku balê dikêşe ser xwe.

Ew mînaka li jor jî yek ji wan bazaran e ku di rewşên hemta de bizrên xwe direşîne ku hema li kû derê pê girt bigre. Ew welatên Afrîqî yên ji petrolê dewlemend, dîsa yên ji hilweşîna Sovyetê filitî û bi gaz û petrolê xwe dan hev û çendên din jî mişt in ji serbûriyên wiha. Kurd piştî ewçend ked û berdêl heyf e têkevin vê kategotiyê de. Dara reh û rîşal xurt hewce bi xwelî û zixrurê sist nîne. Kurdistan bi hemû dewlemendiyên xwe yên jêrxakî û bi bedewiya xwe ya xwezayî û bi bereketa ax û aqarên xwe û ya herî girîng jî bi ked û berdêl û qurbaniyên ku heta niha dayî, bê guman hêjayî avedanî û serxwebûn û paşerojeke birûmet e. Bê keysî û bê dewletiya xwe bi aqilekî stratejîk li gel firsendên li hev hatî û bi giyanekî neteweyî, dikare bike xîmê hebûneke dewletî. Kartên xwe deyne ser maseya bazara bi asas lê ne ya tiştên hîç û pûç ku her cûre keysperest rêya xwe lê bibînin. Nikaribe rêgir be jî bi tevahî li ber neyêniyan, hema bikaribe kontrola wan bike.

Di van rojên em tê re derbas dibin de, xelk ji ber germa hevînê dinale, Kurdistan ji dojeha xwe. Li kolaneke qerebalix, li nav helke helka germa bi demûş dimeşim. Komên mûzîkê yên kolanan her yek bi zimanekî û bi ahengekê dorê ji hev distînin. Fars stranên eşqê, kurd stranên serxwebûnê diqîrin, ereb reqqaseyên xwe jî hanîne vî bajarî, mûzîkjenê hollandî tenê li enstrumanekê dixe ku melodiyên Bûdîstî jê belav dibin. Tirs û pirsên ku wek kulmoza mêşan xwe li mejiyê min girtibûn, bi dengê mûzîkê re difirrin û diçin…

Bi tenê hin dîmenên xumam dimînin li ber çavê min beramberî wan „bedewên“ ku dixwazin werin Kurdistanê… zarefîzara şengejineke Şingalî… silaveke bi ken li mirinê, li rûçikê kulîlkeke berwext çilmisî li devê xendekeke Rojava… pêsîrên melisî û kortikên miçiqî yên çavê dayikeke ji rojên şemiyê, qîjînên wan lal, guhên li wan kerr… kilameke kevn li ber guhên westiyayî; Kurdistanê Kurdistan baxçê gulan derdê dilan, îro maye bin destan barê giran li ser milan..

Rûdaw

About The Author