XOLLLLL!!!

Fussballspieler

Devliken Kelogirî

Bav û law li salonê li ber televizyonê rûniştine.

Barselona û Real Madrîd dilîzin.

Law Barselonayî ye, bav Real Madrîdî…

Her du jî bi meraq û bi heyecan li maçê dinêrin.

Bi liv û tevger û hereketên fitbolîsan geh radibin, geh rûdinin.

Û Barselona xolê diavêje.

Law, bi coş û kêfeke mezin ji ciyê xwe radibe, du-sê gava ber bi televizyonê ve diçe, dibêjê:

„Min niyha dêya we! Min kir we! Min kir we…!“

Û tê li şûna xwe rûdine.

Bav pir aciz dibe. Çav di serî de dibin du gulokê êgir.

Piştî neh-deh deqeyan, vê carê Real Madrîd xolê diavêje. Bav çeng dibe ser xwe û berê xwe dide lawê xwe; dibêje:

„Min niyha dêya te! Min kir dêya te! Min kir dêya te…!“

About The Author