Piçekî bide me jî Zeynep xanim

Esrarkêş Ehmê

Xwedê kesekî şaş neke. Û ku şaş kir jî, haş neke.

Zeynep Alametoglû ji bajarê Bedlîsê di Twîtterê de nivîsandiye:

„Bela serokê min bixwaze, tiştê ku min nedate mêrê xwe, ezê pêşkêşî wî bikim. Heke serokê min bêje mêrê xwe berde û we re ez di te nim, ez nabêjim na, ezê bi lez û bez wî bera ser xwe bidim“ filan û fîstan û quzê kerê.

Aha şêx û mirîdatî jî qey ev e.

Rojekê şêxek dil dikeve jina mirîdê xwe. Di mizgeftê de weazan dide û dibêje: „Gelî mirîdino, hay ji şeytên hebin. Şeytan carna xwe dixe şiklê min û kare bê ser doşeka jina we. Eman eman bawer nekin ku ew ez im haaaaaa“ filan û fîstan.

Rojekê mirîdê wî ne li mal e. Şêx diçe mala wî û dest davêje jina wî, dikeve ser dilê jina mirîdê xwe û kela dilê xwe hênik dike. Mirîd tê malê dibîne ku çi bibîne, waye şêxê wî di ser jina wî de ye. Ê mirîd çavê xwe difirkîne û „tif tif tif“ tif dike erdê û dibêje: „Ev şeytan e, ev şeytan e“ û derdikeve.

Îcar ev jî mesela me û mirîdan e. Ha mirîdên olî û ha mirîdên siyasî, herdu jî heman gû û rîx in, ferq nîne. Eynen wek Zeynep Alametoglû. Zeynebê jî bûye mirîdê Kasimpaşalî Receb Erdogan û amade ji bo xatirê wî dev ji mêrê xwe berde û xiyarê wî li xwe biceribîne.

Berî niha jî mirîdekî Erdogan gotibû: „Kesê ku ez bi jina xwe re jê bihesidim û jê aciz bibim, Erdogan e“.

Yanî, „Erdogan binihê jina min jî ez jê nahesidim û aciz nabim“ filan û bêvan.

Ê law ya Zeynep xanim!

Ma serokê te Erdogan can e em bacan in qizim?

Carekê bide me rebenê xwedê jî hey gewende!

Welle û bille xiyarê me ji yê serokê te tazetir, ciwantir, dirêjtir û qalintir e lê, ma qiyamet ranebe!

Bedlîs

About The Author