Rîh dibe bihost, dijmin nabe dost

Nûrî Çelîk

Kemalîstên Kurd ha ha keç û xortên Kurd ji bo Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko didin kujtin û wan bertelef dikin. Ciwamêran dev ji Kurd û Kurdistanê berdane, li ser navê Kurdan Kurdan ji bo Tirkan didin kujtin û tew ne xema wan e. Ne xema wan e ji ber ew yan bê zarok in yan jî zarokên wan ne di nava şer de ne. Gava zarokên wan tunebin yan hebin jî neyên kujtin, şewata kezebê jî nizanin. Piranîya generalên Qendîlê kurdûnde ne, bê zarok in. Piranîya çawîş û başçawîşên li Enqerê zarokên wan li metropolan dixwînin û tew nizanin bê bêhna barûdê jî çawa ye. Yên tên kujtin dîsa keç û xortên Kurdên xwelîser in, zarokên Kurdên welatparêz in ku bi dilekî pak û bi bawerîyek Kurdistanî dane dû qûna Kemalîstên Kurd.

Piştî hilbijartinên 2009an bi 15 rojan, dîsa şer dest pê kiribû. Û îsal jî, ango piştî hilbijartinên 2015an, dîsa mahne û provokasyon hatin derxistin û şer dest pê kir. Hem dewlet û hem jî generalên Qendîlê rê nadin ku Kurd di qada legal de siyasetek serbixwe bikin û hinekî bêhna Kurdan bê ber wan. Ji ber gava Kurd di qada legal de siyasetek demokratîk bikin, wê civaka Kurd bi ser hişê xwe ve bê û wê hefsar ji destê xêrnexwazan derkeve. Wê Kurd karibin bi aqlê selîm bifikirin û rastîya xwe bibînin. Ji bo ev nebe jî, her serê demekê we dît provokasyon hatin kirin, şer dest pê kir û Kurd û Kurdistan şewitî, mejîyê Kurdan dîsa bû çeqilmast. Ji ber ku li metropolên Tirkîyê şer dest pê nake (hem dewlet naxwaze, hem jî generalên Enqerê û Qendîlê naxwazin) kêfa Tirkan li cî ye, kêfa li ser kêfê dikin. Ev 40 sal e şer û pevçûn ji Kurdistanê derneketiye û yê ku dêya wan tê gan, dîsa Kurd in. Yê ku gund, daristan û çiyayên wan tên şewitandin, dîsa Kurd in. Yên ku keç û xortên wan tên kujtin, dîsa Kurd in. Yên ku terka gund û bajar û welatê xwe dikin û mihacir dibin, dîsa Kurd in. Û yên ku li bi vê derbederî û perîşanîyê re hejar dibin, şerpeze dibin, bênamûs dibin û asîmîle dibin, dîsa Kurd in. Ev siyasetek dûdirêj û bi plan û proje ye. Ev 40 sal in ev siyaseta qirêj li dijî Kurdan tê meşandin. Hem jî bi destê Kurdan, bi destê Kurdên Kemalîst û hevkarên wan ve tê meşandin. Kesên ku li dijî netew-dewletbûna Kurdan û serxwebûna Kurdistanê derdikevin, bêyî ku di nava 40 salan de gundekî azad bikin, bûne bekçî û parêzerên dewletên dagîrker û netew-dewletbûna dagîrkerên Kurdistanê diparêzin.

Bav û kalên me gotine „Rîh dibe bihost, dijmin nabe dost“. Kemalîstên me yên ku dibêjin „tu pisrgirêka me bi artêşa Tirk re tuneye, pisrgirêka me bi sîstemê re ye“, îro ketine ber şeg û peg û lotikên artêşa Kurd. Ji dil wa ye ku sîstema Tirkîyê ne bi artêşa Tirk ve girêdayî ye. Halbûkî parêzer, hîmdar û stûna sîstemê artêş e, artêşa Tirk e. Heta tu artêşê têk nebî, wê sîstem jî neyê guhertin. Sîstem bê guhertin jî, dîsa wê di bin himandin û parêzerîya artêşê de be. Kemalîstên me jî evê yekê baş zanin. Lê ji ber ku ji heman kanîyê avê vedixwin, dengê xwe ji artêşê re nakin û berê tîra xwe tenê didin hikûmetê, hikûmeta Erdogan û filan û fîstan.

Axir, mesela me li ser dostanî û bratîya Tirkan bû.

Aha ew brayên Kemalîstên me, li Gimgimê (Varto ya bajarê Mûşê) gerîllaya jin Kewser (Ekîn Van) qetil kirin, ew tazî kirin û cendekê wê avêtin kolanê. Helbet ev ne cara yekê ye ku ewladên zinê destdirêjîya keç û jinên me dikin. Bi sedan gerîllayên jin raserî tecawiz û kujtina esker û polîsên Tirk hatine. Aha bratîya ku Kemalîstên me xwe li ser didin kujtin ev bratî ye. Bratîyek tecawizkar, barbar û hovane. Lê ji herdu alîyan re jî ne xem e. Ne xem e ji ber herdu alî jî li ser xwîna Kurdan dijîn.

Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag a Tirk çi gotibû?

Gotibû: „Ew eskerên ku tên kujtin canê me ne“.

Û gerîllayên Kurd çiyî wê ne?

Xulam û cêrîyên wê ne.

Figen Yuksekdag a ku temamê malbata wê MHPî û faşîst in û ew bi xwe jî girikî û ne zelal e, îro bi deng û rayên Kurdan bûye hevserok û wekîl.

Tirk e, helbet wê li ser esker û polîsên dewleta xwe bêşe.

Lê ew xwelîserên Kurdên me çi dikin?

Ewên ku dane dû qûna Fîgen Yuksekdag, Ertûgrûl Kurkçu, S.S. Onder û bi sedan dolheramên din, ji cendekê Ekîn Van ê çi fêhm dikin?

Gava cendekê gerîllaya jin Ekîn Van şilfî tazî û kujtî dîtin, gelo pozê wan ji demokratîk cimhûrîyetê û ji bratîya Tirkan şewitî yan na?

Bawer nakim.

Bawer nakim ji ber masî ji serê xwe gennî dibe.

Gava serokatî gennî bûbe, gewde ji xwe bêhna miraran jê difûre wesselam…

 

eskergerila

About The Author