Li Bakur çi dibe?

Agirî Soran

Kurd her çend têniyê aşîtiyê jî bin, hînbûnê şerin. Her çend mirovhez û ewqasî jî bi bext û wijdan jî bin ewqasî jî tijî û hêrsbûyî ne.

Ji ber vê yekê ev qonaxa nû ya şer ku demeke li Bakurê Kurdistanê destpê kiriye û birêve diçe li gorî Dewleta Tirkiyê hiziribû dimeşe. Dewlet heya xwe ji hêz, derfet û hizrê PKK ê, pişta wê an ku hêza girseyî jî heye û hebû. Bo vê yekê nêrîna – Dewlet hesabê evqas şer, kuştin, xisar û bûyerên mezin nekiribû- nêrîn û hizrekî çewte. Dema dewleta Tirk bi heyecan û kelecanî di TV yên xwe de qala kuştiyan, baregehên bombekirî, panzêrên parçebûyî, kuştiyên quntarên çiya û nav bajara kir, bizanibin ev dewlet vê yekê dixwaze, eger na qet qala tiştekî wisan nake û dikare nede kirin jî.

Rewş wêya dide diyarkirin ku bûyerên rû didin, şerê birêve diçe û xwîna tê rijandin li gorî xwesteka Dewleta Tirkiyê ye.

Di vî helwestê tund de du tişt ji aliyê Dewleta Tirkiyê ve neha aşkere bûne û têne zanîn;

1 – Di warê leşkerî ve PKK qels nabe, tune nabe û têk naçe

2 – Di warê siyasî ve HDP an ku siyaseta Kurd ya bakur qels nabe, tune nabe û têk naçe.

Gelo ev şer tenê ji bo rehetiya cihê Serokkomarê Tirkiyê destpê kir? Û ji bo vê di vê dijwariyê de berdewam dike?

Ez bixwe bawer nakim. Hîna sedemên wê baş zelal nebûne. Lê ez vê biyanoyê ku ji roja yekem ve ji aliyê herkesekî û ji aliyê medya cîhanê ve jî derdikeve pêş qet bawer nakim.

Di vî şerî de leyistokin hene. Lê kî, çiqasî û bi çi rengî di navdeye hîna zelal nebûye.

Şerê dewletan jî bi kesan ve nayê derbirîn. Mijar ne ya Erdoxanî ye, mijar dewleta Tirkî û binemaya wê ya sedan sale.

Di eniya Kurdan de çi dibe?

Kurd tênî û birçiyê aşîtiyê ne. Ji ber vê yekê serzîvrêneriya şerê destpêkirî hîna jî li ser Kurda ye. Dixwazin wateyekê bidinê de. Di warê siyasî de PKK çarçowe û rêkeke zelal pêşan nade. Ji ber ku di van 17 salên dawî de siyaseta PKK rasterast ji Îmralî diyar dibû. Di vê demê de jî her çend daxuyaniyên Konseya PKK hebin jî vana hizir, nexş û bernameyekê di mêjiyê Kurdan de çênakin.

Dîsan şer li Kurdistanê dimeşe. Çend çalekiyên li bajarên Tirkiyê û erda Tirkiyê hatine kirin yekser ji aliyê KCK ve bi daxuyaniyên tuj û dijwar hatin hişyarkirin. Heman wekî sala 1996 ê dema şervana Kurd bi çalekiyekî xwekujî ve li Dêrsim ê çalekî pêk anî û piştî vêya ji aliyê rêvebiriya PKK ve rasterast çalekiyên bi vî rengî hatin rawestandin bi taybet jî li erda Tirkiyê.

Vê carê jî şer li Bakur dimeşe. Li bajarên Kurdistanê dimeşe. Piştî çalekiyan yekser hêzên artêşa Tirk êrîş dibin ser malê Kurdan û piştî her çalekiyê yek hetanî sê kesan dikujin.

Ji aliyê PKK ve banga serhildan, çekdarbûn û nenaskirina saziyên dewletê tê kirin. Lê li kolanan ji Gerîlla bêhtir ciwanên Kurd yên çekdar hene.

Li herêma Colemêrgê, Şemzînan û îro jî li Gimgimê ji aliyê HPG ve hate ragihandin ku di bin çavdêriya wan de ye.

Bêguman Kurd divê azad bibin. Kurdistan divê xwedî rêvebiriya xwe ya herêmî be, divê li ser erd û axa xwe desthilat bin. Divê rêvebiriya civakî, siyasî, leşkerî û hetanî bi aborî di destê Kurdan de be. Lê belê eve çi rengekî xweserî an jî desthilatiyê ye?

Rêvebiriya HDP, rêvebiriya parlementerên Kurd di şaredariyan de û bi vî rengî meşandina mirovan, îdare û rêvebiriya pergal û arîşeyên mirovan sîstema hetanî neha ya Kurdan bû. Lê belê ya neha çiye gelo?

Li hindek bajarên Kurdistanê ji aliyê ciwanên çekdar ve ku wekî YDG-H têne binavkirin ji naha ve bi navê çareserkirina arîşeyên civakî mirov têne cezakirin û helwestên tund têne pêşandan. Gelo rêvebiriyeka çekdarî di nava bajaran de dê çawa karibe civakeka wekî ya Kurd ku xwe di warê siyasî, hizrî, çandî û leşkerî ve evqas mezin kiriye birêve bibe. An ev rêvebirî demkîne û PKK an ku HPG li hêviya hindek tiştaye da ku dakeve bajaran?

Di hindek deman de, kêliya mirovekî sivîl bihata kuştin, an jî laşê gerîllayekî şehîd bihata xirabkirin hemî Kurd radibûn ser piya û siyasetvanên Kurd jî helwestekî bêhempa pêşan didan da ku bûyerên bi vî rengî neyêne kirin. Li himber vê yekê jî dema Kurd zêde pêşve çûbane hêzên ewlekariya Tirk ji bo desthilatiya wan qels nebe hetanî bi komkujiya pêk dianî, an jî kuştinên bi dizî pêk dianîn. Tundbûneka veşartî û bêsînor pêk dianî.

Lê vê carê kuştinan aşkere dikin. Bêhtir sivîlan dikujin. Di wan bajaran de yên desthilata wê qels dibe jî xwe vedikişîne baregehên xwe. Bêhtir zarokan dikujin. Ji aliyê dîtir ve siyasetvanên Kurd di parlemena Tirkiyê dene. 80 Parlemenê Kurd derveyî daxuyaniyên ku van bûyeran derveyî mirovî dibînin helwestekî hişk û tund pêşan nadin.

Wekî ku li Tirkî qelsbûna desthilata artêşa Tirk tiştekî gelekî asayîye.

Wekî ku li Tirkî û bakurê Kurdistanê kuştina zarokan, şewistandina mala, tevger û hewldanên bê pîvan û bê sînor asayîye… Jiyan berdewam dike. Siyaset berdewam dike.

Eger dewlet komkujiya bike. Eger dewlet windakirina desthilata li Bakurê Kurdistan bi vî rengî heman wekî neha temaşe bike û vê helwestê xwe bidomîne, di demeke kin de tevayî bajarên Bakurê Kurdistanê di ji dest artêşa Tirk derkeve û dê bikeve destê Kurdan de.

Jixwe niha li gelen bajar û navçeyan behsa ragehandina rêveberiya xweser dikin. Lê ev rêvebirî dê rasterast ji aliyê siyasetvanên Kurd ve û li gel wê jî bi piştevaniya Gerîllayên Kurd ve bête sepandin an jî dê tenê bi destê ciwanên çekdar yên nav bajaran ve bê meşandin?

Ev yek hîna tarî ye.

”Lê çi dibe bila bibe ya giring ewe ku leşker ji bajaran vekêşin, tiştên dîtir ne giringin.”

EZ VÊ YEKÊ QET NABÊJIM.

Ji ber ku cehş hene, hêzên paramîlîter wekî cehşan jî pirin. Komên tîmên taybet yên bi dizî hatî birêkxistin. Ciwanên li gel dewletê kar dikin û bi navê PKK çalekiyên bê ser û ber dikin. Kesên ji bo îstîxbaratê kar dikin jî pirin. Ji ber vê yekê valatiyeka ji siyasetê dur, ji desthilateka bi rêk û pêk dûr dê xisareka mezin bide Kurdan û dê gelek tiştan bide windakirin.

Bi hêviya ku hemî Kurd hey ji vê yekê hebin û azadî, destkeftin, serkeftin, serxwebûn ê bi rengekî hêza siyasî hilgirin dest.

Hindek tişt mirovan ditirsîne.

1 – Komara Tirkiyê rahihandina “xweseriyê” an bike biyano û komkujiya pêk bîne. Jiber ku gelek çalakiyên bajaran bê kontrolin û bê bernameyeka parestinê ya leşkerîne.

2 –  Ji nişka ve bi navê aşîtiyê ev bûyer bène jibîrkirin û careka dîtir derfetê binpêkirina mafên Kurdan bo dewletê bête dayîn.

 

BasNews

About The Author