Leyloka me dixwaze li ku rojîyê bigire?

Pişo Mihemed

Balkêş e, çi dema ku bêhna Kurdan tê ber wan, çi dema ku Kurd di qada legal û siyasî de bi hêz dibin û tên ser hişê xwe, hew we dît ji herdu alîyan hinekan dest bi provokasyonan kir û nîhan kefenê 101 bavê Kurdan, ew dîsa vegerandin nav şer û agir. Ev 40 sal in Kurd ji vê pelûlê, ji van dek û dolab û lîztikên şêwr û mişêwrî xelas nebûne. Xelas nabin, nahêlin xelas bibin, ji ber dema ku Kurd di qada legal û siyasî de bihêz û xurt dibin, hefsar ji destê hinekan derdikeve û derfet ji Kurdan re çêdibe ku bibin xwedî biryar, xwedî îrade û mejîyekî zelal wesselam.

Axir…

Berî hilbijartinan şer tê rawestandin û piştî hilbijartinan jî şer dîsa tê destpêkirin. Ev lîztik êdî bûye wek lîztika zarokan û Kurdên xwelîser jî dikin û nakin nikarin ji vê toqa naletê xelas bibin. Piştî çend salên agirbestê û kêmbûna şer û pevçûnê, Kurd hinekî rehet bûbûn, di warê aborî de rewşa wan baş bûbû, di qada legal û siyasî de destkeftinên mezin bi dest xistibûn û hatibûn wê astê ku qûşê li siyaseta dewleta Tirko biqetînin. Lê şerxwaz û canbazên durû û dualî dîsa hespên xwe bezandin û Kurd di gund û bajarên xwe de hêsîr kirin, mecbûrî mirin û birçîbûnê kirin.

Werhasilî kelam…

Rewşa bakurê Kurdistanê bûye şorbe û çeqilmast û êdî Kurdên xwelîser cendekên zarokên xwe di sarinc û beradên qeşayê de vedişêrin. Xuyaye „Ozyonetim – rêveberîya xweser“ a ku hinek alî jê fêhm dikin ev quzilqurt e. Ev çawa rêveberîye ku meriv nikaribe rêveberîya xwe û gelê xwe di nav pençeyên Tirkên hov de bihêle û nikaribe xwedî lê derkeve, nizanim. Û ev rêveberîya çendan e ku tê êlankirin, dîsa nizanim. Lê tiştekî tenê zanim ku ew jî ev e; bi salan e hinek alî henekê xwe bi Kurdan dikin, wek zarokan bi hestên wan dilîzin û di devê wan de dirîn.

Axir, mesela me li ser gotinên xaltîka me Leyla Zana bû.

Leyloka me li Hezexê axavtinek kir, lotikek avêt û got: “ Divê şerê di navbera Kurd û Tirkan de raweste. Li cîhê ku her roj xebera mirinê bibihîzim, bila ez bimirim. Ji ber vê yekê jî, heke şer raneweste ezê bikevim grev û rojîya mirinê“ filan û fîstan.

Erêêêêê erê xaltîka Leyla erê!

Birastî lê, ew 80 wekîlên HDP çima nakevin grêva birçîbûnê ka tu nabêjî?

Ma ku 80 wekîl têkevin grêva birçîbûnê, wê zêdetir deng nede?

Yan birçîbûn û kujtin tenê bar û pişka Kurda ye?

Ew kesên ku ji bo bajarokê Hopayê qûna xwe diqetandin, ka ji bo Cizîr, Şernex û bajarên din li ku ne û çima qûna xwe naçirînin?

Ew dolheramên ku di nava HDP de digotin „esker can û ruhê me ne“, çima li hember zilma eskerên xwe bêdeng in? Ma zarokên ku li Cizîrê bi destên wan eskeran tên kujtin, zarokên kafiran e?

Ew kesên ku Kurdan bi çîrok û çîvanokên „bratî û xelklerin qardaşlixî“ dixapînin, çima cilika bênamûsîyê dikşînin serê xwe û dengê xwe ji wan brayên xwe yên zalim re nakin?

Erêêêê xaltîka Leylokê erê!

Birastî lê, tuyê grêv û rojîya birçîbûnê li ku bikî gelo?

Li Enqerê, li kolanên Amedê, yan li Bruksel û Ewrûpayê?

Amed

About The Author