Image processed by CodeCarvings Piczard ### FREE Community Edition ### on 2014-12-08 20:46:26Z | http://piczard.com | http://codecarvings.com%ß,

Ax Silhedîno ax….

Devliken Kelogirî

Silhedînê me yî zimanê min nagere bibêjim Demirtaş, lê mecbûr im, ji ber ku her kes wî weha nas dike.

Belê, Silhedînê me bû mêvanê Kooperatîfa xwendekarên Boxazîçiyê û ji wan re qala ozyonetîmê ango xweseriyê kir.

Go:

„Ozyonetîm ango xweserî, xwebixwe xweîdarekirin e. Di vê sîstemê de hewce nake yek te bi rê ve bibe ango li ser serê te be û te îdare bike, her kes kare bibe rêvebirê/a xwe. Serok merok out! Xwebixwe xwebirêvebirin în!“

Silhedîn!

Tu pir û bi deng û li her derê dipeyivî haa… Ji deng û sewt û fikrên te hin kes kare aciz bibin!!! îca xwebixwe xwebirêvebirin û îdarekirin, kuroo!

Lê tu?

Lê Qendîl?

Lê Îmrali?

Lê YDG-H?

Te go hewce nake serok merok hebin?

La hewle wela û quzilqurt û nizanim çiqas bela…

About The Author