Kerbê xwe di serê xelkê re derdixe

Nayif Saribatûrê Çapemenîst

Rast derew, xêr û guneh di stuyê Nayif Saribatûrê çapemenîst de be, dibêje, ji ber ku Erdoxan ketiye antrepozê û hew lê radibe, bi cinikê ketiye û êşa nav şeqê xwe ji xelkê derdixe.“

Wek di serî de jî me got, xêr û guneh di stuyê Nayif Saribatîrê çapemenîst de be, pê de tê û berdewam dike, dibêje, Emîneyê rojê sê caran nav şeqê wî bi ava zemzemê dişo, da ew av jê re bibe şifa û wek rojên berê dest bi lotikan bike, lê hezar heyf û mixabin, ligel ewqas hewldan û sergêjayî, ji dêvla haletê wî pêş ve vezele, paş ve vedizile û berê xwe dide cîhekî dî…

Herweha Saribatûr dibêje, her du parlamenterên bi eslê xwe Kurd, lê her tim li ser eslê xwe dixwînin wek kund, Orhan Kîroxlû, bibore Mîroxlû û Mehmet Metînker, bawer im ew jî Metîner bû, rojê sê caran bi dor wî li pişta xwe dikin û di bin wî de dikin hîrehîr dizirin û her ji çend gavan lotikan diavêjin, da mejiyê wî bileqe û tesîrê li kîrê wî bike, lê tê gotin ji vê hewldanê jî hîn tu çare nedîtiye…

Ji Qesra Erdoxan / Enqere

About The Author