Bi ya xalê xwe bikin û 100 salî bijîn

Tacdîn Baran

Hoste û mamosteyê “YOGA” yê Swamî Yogananda yê 101 salî, li Almanya bajarê Hambûrgê serdana navenda yogayê “Kunst des Lebens – hunera jiyanê” kir û silavek civata hazir.

Piştî civîn qediya, xalê me Yogananda serdana ofîsa Demokratîk Lotikxane Partîsî jî kir û serketin ji xebatkarên Lotikxanê re xwest. Xalê me Yogananda, bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku Lotikxane li çiyayên Hîmalaya jî tê xwendin û mîzah-sîyaseta ku Lotikxane dike îlhamek mezin dide teknîn û stratejîya “yoga” parêzan.

Xalê me Yogananda ji bo jiyanek dirêj û tendirustîyek baş ev şîretên li jêr li xwendevanên me kirin:

  • Ji bo xebitandina rista bedenê, serê sibehê lîmonê têxin nav ava germ û vexwin.
  • Berî taştê bacanên sor (firingî) bixwin.
  • Ji goşt û masîyan birevin, xwe nêzîkî xwarina goşt nekin.
  • Xwe ji şekir û xwê dûr bixin, yan hîç yan jî pir kêm bi kar bînin.
  • Cigare û alkolê bi kar neynin. Di şûna cigare û tûtinê de rîxa çêlekan bêhn bikin baştir e.
  • Rojê bi kêmanî 6 seetan razên. Lê ku hûn rojê 24 seetan razên helbet baştir e ji ber wê gavê hûn nakevin stresê û ji teşqela dinyayê bi dûr dikevin.
  • Laşê xwe bi dohnê kuncîyan bifirkînin (masaj bikin). Lê ku hûn laşê xwe bi mîza bergîlan bifirkînin jî dibe.
  • Heta ji we bê xwe ji stresê dûr bixin, stresa di laşê xwe de di serê xirrê xwe de kom bikin û bipijiqînin der, xwe ji temamê stresê azad bikin.
  • Rojê bi kêmanî 45 deqîqan yoga bikin. Lê ku we di ber yogayê re çend tirr û fiss kirin hê çêtir e.

Werhasilî kelam, xalê me Yogananda 9 şîretên qerase li me kirin. Yogananda bi serê Mao Zeytûn sûnd xwar ku kesên van her 9 şîretên wî têxin serê xwe û pêk bînin, wê bi kêmanî 100 salî bijîn.

Ji me gotin heyran. Hûn şîretên xalê me Yogananda pêk tînin yan naynin, ji xirrê Barack Obama ve û hûn sax…

Almanya

About The Author