QENCÎ Û XIRABÎ…..

Adıl Duran

Di rewşa îroyîn de nîvê hejmara gelheyê dınê bê war û belengaz û ber bi xırabîyê ve diçe.Bawerî, raman û hestên mîrov her ku dıçe pûç dibe.

Tarî û ronahî…

Şer û tunebûn…

Hemî talî û tûjîya jîyanê wek şerê qencî û xirabîyê tim û tim li pey rêç û şopên feqîr û belengazan ve diçe.

Bi gunehan li zarokan û jınan zılm û zordarîyê dıke, agır dibarîne.

Gelên bındest, gelên bê dewlet, mirovên bê xwedî zu tên şikestin.

Zordest û mêtinkarên dinê tev bûne yek hêz, li ser xwîna belengaz û bê gunehan dixwin û vedixwin.

Çavên wan li heyîyên devlemend ên welatan, heyîyên li ser erd û bınerd in. Zêr-zîv, gaz û neft û gelek dewlemendîyên din, li her derê dezgeha şer danîne.

Yên ku ji dinê bê xeber in, di xewê da ne û bê par ın.

Yên ku zanin ew dezgehên sîyaseta dinê çawa tête zîvirandın, divê cîhê xwe qaîm bikin. Dost û dijminên xwe baştir nas bikin daku bikaribin yekîtîya xwe çêbıkın û gelê xwe ji wî halî xilas bikin.

Di nav vê kefteleftê de, rewşa dinê û bi taybetî jî dûrışma mîrovahîyê ber bi xırabî û tunebûnê ve diçe.

Ew pêvajo ji me ra bûye derd û kul.

Bi tenê ne xwedî hêz in, nikarin biguherînin.

Di van encamên han de mirovek ji ber van derd û kulan xwe bi xwe raman dike, dikeve nav derd û kulan, xemd û xeyelan û dıbêje:

  • Gelo rewşa mirovahîyê ber bi xirabîyê ve ye. Lawê min hê piçûk e, neh salî ye. Heke tiştek hat serê mın gelo wê ew masûm û bêgunehê han çawa bıke?

Pıştî wê ramanê û derd û kulê dılê xwe, nexşeyê dinê li ber çavên Lawê xwe qîş û qelaş dike. Perçe perçe davêje ser hev. Lawık bi ecêbmayî ji bavê xwe pirs dike:

  • Yabo..Ma tu dixwazî çi bıkî?
  • Kurê min, niha ez diçim, heya êvarî ji te re mohlet.Dıvê tu dîsa vê nexşeya dinê ya parçe parçe bînî ber hev û serrast bikî.

Dema ku dibe êvar û ciwamêr tê malê çi bîbîne, dîsa nexşeya dinê wek berê bıhevre hatiye zeliqandin û temam e.

  • Ne mimkin e, te çawa kir ku wek berê bû?
  • Gelek hêsane yabo! Li pişt nexşeyê sûretê mirovan hebû. Dema ku min mirov dan rastkirin, dinya jî hate rastkirin…

Ma rastî jî ne ev e? Dema ku em karibin dûrışma mirovan serast bikin, wê dinya jî rasterast bibe….

About The Author