Şoreşa Şeytên

Devliken Kelogirî

Bav bû, kal bû yan pîrik bû,

baş nayê bîra min;lê te dî berê digotin:

„Ku mirina bizinê tê, diçe nanê şivên dixwe…“

Mesela me û mislumanan jî ev e.

Misluman jî,ku mirina wan tê, berê xwe didin hecê.

Hinek ji wan;

Ji dêvila keviran biavêjin rebenê şeytên, kevirên wan li hev vedigerin û dimirin…

Hinek ji wan;

Dema li dora kevirê kabê digerin, ji bo devê qula wî kevirî maçî bikin, li ser stuyên hev siwar tên, hev dieciqînin, dimirin…

Hin ji wan jî;

Xwedê ji ber wan aciz e; tofaniyan bi serê wan de tîne.

Ceriyan bi wan digire… Vînç bi ser wan de dikeve…

Tav li serê wan dixe… Û hwd.

Tew ez dibêjim;

Ev bêaqil, difikirin ku li hecê bimirin bi xêrtir e, lewma hev dikujin, xwe didin kuştin.

Nizanim… Lê;

Xwedê aqil bide bêaqilan.

Û bira…

Xwedê go:

Dev ji çîrok û çîrçîrok û çîvanokan berdin.

Ne Brahîm nas dikim, ne jî lawê wî Smaîl.

Û herweha ji bo wî biceribînim jî min jê re negotiye lawê xwe bike qurban û dû re min ji ezmên tu beran meran jê re neşandiye.

Sedeqelahulez!

About The Author