Şivanê Qoserê
Kî ne ev Kurdên sembolîk?
Dişibin me, lê ne wek me ne.
Ji xwe re dibêjin, em Kurd in, lê bi Kurdî nizanin.
Bi Kurdî nizanin, lê li her derê li ser Kurdî bi zimanê tirkî quretiyan dikin.
Çalak in, ji çalakiyan hez dikin, lê nizanin ji bo çi li çalakiyan in.
„Bijî, Heval, Biratî, Aştî“ di ferhenga wan de gotinên herî pîrozwer in.
Ji xêndî xwe, her kes û her tişt in.
Tenê tîpeke navê wan jî di nav têgeha enternasyonalîzmê de tune ye, serê govenda enternasyonalîzmê dikişînin.
Felsefeya wan:
„Her kes ji bo yekî, yek ne ji bo tu kesî“ ye…
Zêdetir
Melayê zinêkar û jinika reben
Em jî heman tiştî dibêjin, lê kes bi ya me nake kaka
Go ga ket kêr lê pir dibin