ŞEWBA SERXWEBÛNÊ

Devliken Kelogirî

Li navika Ewrûpayê, li Ispanyaya bihuştî, bi navê katalonî hin bêhiş û bêaqil derketine, çavê wan lê ye Ispanyayê perçe bikin û netewên xwelîser bi şewba serxwebûnê xin.

Demokrasiya we heye…

Zimanê we ne qedexe ye, serbest e…

Her kes wek hev e…

Hûn dixwin, vedixwin, li gorî kêfa xwe digerin…

Îja serxwebûn çi ye?

Serxwebûn baş bûya me kurdan ê bixwesta.

Hela hela!

Dev ji vê paşverûtiyê berdin.

Ma hûn hov in;

di sedsala bîst û yekem de hûn rabûne fikir û ramanên beradayî li nav me beradayiyan belav dikin, hi ii?

Federasyon, konfederalîzî, xweserî, jiyaneke ekolojî, karton, kartol, kanton bi kêrî we nayê hûn doz û dahwa tiştik miştikên demode dikin, hi ii? Katalanîno!

Îja Katalonya…

Biaqil bin, biaqil!

Piçekî serê xwe ji nav şeqên jinên xwe derxin û li hawirdora xwe binêrin û xwe bi qurbana me kurdan kin.

Em neteweke weha ne ku di navbera me û Xwedê de tenê çend sal hene; qey Xwedê pir pir bi deh duwazdeh salan ji me mezintir e.

Adem, piştî me hat dinyayê.

Kalkê me çû Hewayê ji Adem efendî re xwest. Ev netew metewên, şaristanî maristaniyên li seranserê dinyayê belav bûne, ji kîrê me pekiyane.

Ser axa me, bin axa me zêr e, zîv e, cewher e; tije gencîne ne. Dîrok ji fediya newêre serê xwe li ber me bilind bike.

Û nuha; Em ji alî çar dewletan ve hatine perçe kirin, her perçeyek di nav xwe de bûye çardeh perçe. Zimanê me li ber sekratê ye; hîn jî bi tirs em dipeyivin. Nirxên me ji hev de xistine, li nirxên me xwedî derketine. Bi nav kultûr û çandiniya me de mîstine. Em ji me bi dûr xistine.

Lê dîsa jî..

Em ne li paşerojê, li pêşerojê dinêrin.

Tiştê çû nedin dû… Guh nedin tiştên klasîk û paşverûtîk.

Tirk û ereb û faris çi dikin bila bikin, em dev ji biratiya wan bernadin û em ê nehêlin ew berê me bidin serxwebûnê.

Serxwebûn, nexweşiyeke ekomekolojîk a sedsala bîst û yekem e. Ji kerema xwe re şewba xwe li nav me belav nekin!

 

About The Author