Kurmê şîrî heta pîrî

Cemîl Cewher

Belê, ker û dehşikên me li devê derîyên xelkê dizirin û dîsa aramî û destkeftîyên Kurdistanê didin ber lotik û zîtirkan. Mahne û sedemên piçûk mezin dikin, di bin perdeya wan sedeman de bê şerm û fedî dijminatîyê dikin û kêfa xelkê li me tînin. Wey ne li ser xêrê be rebbî!

Êêêêêê, bav û kalên me ji berê de gotine “Kurmê darê ji darê ye” keko. Û ji herkesî pirtir jî ew kurm û zîro di nava Kurdan de hene. Ne ava dijminên Kurdistanê, lê ava Kurdistanê diherimînin, aloz dikin.

Ev demek e li Silêmanî, Helebçe û hinek navçeyên ku Soranekanên Goranekan û Yekîtîyekan lê desthilatdar in, alozî û dijminatîyê dest pê kiriye. Ne dijminatîya dagîrker û dijminan haaaaaa, dijminatîya PDK û Barzanî! Wey ne li ser xêrê be rebbî!

Çima?

Qaşo mûçeyên xelkê nehatiye dan.

Ê başe oxlim, ma ji nedana mûçeyan tenê PDK û Barzanî sûcdar in? Ma hûn jî ne şirîk û beşdarên parlamentoya Kurdistanê ne? Ma hûn ne serokê parlamentoyê ne? Ma hûn jî ne sûcdar û gunehkar in? Ev çi vir û derew in? Yan ji ber ku PDK û Barzanî doza serxwebûna Kurdistanê dikin, hûn êrîşî wan dikin? Yan ji ber ku sofîk û melayên Îranê dîsa çend hestî avêtine ber we, hûn êrîşî wan dikin? Yan jî hê kîn û nefreta cahşîtîya 66an di dilê we de ye, hûn êrîşî PDK û Barzanî dikin?

Ma kî naxwaze mûçeyên karmend û xelkê Kurdistanê neyê dan? Kî dixwaze karmend û xelkê wî birçî û şerpeze be? Kes naxwaze.

Gava zarok û mindalên we bi dolaran dilîzin û her roj bi wan dolaran kêfa xirrê xwe dikin, çima hûn dengê xwe nakin? Yan pare û mûçe ji we re tên şandin lê hûn û zarokên we dixwin? Wêneyên ku zarokên we di nav dolaran de avjenîyê dikin di malperên înternetê de pir in canekem, yan ew dolarên sexte ne? Hinek ji wan dolaran li xelkê jî belav bikin madem hûn doza mûçeyên xelkê dikin oxlim. Ma ku di vê rewşa şer û aloz de pare tunebin yan jî têr nekin, wê hikûmeta Kurdistanê ji qûna xwe paran derxîne û bide xelkê? Madem hûn doza pare û mûçeyan dikin, çima hûn naçin Bexdayê û serê Heyder Ebadî naşkînin û naxin qûna bavê wî? Ma ne ew e yê ku dest datîne ser pareyên Kurdistanê û doxînê li we sist dike? Yan êrîşa ser dem û dezgehên PDK ji we re hêsantire?

Na kaka na…

Heke birastî mebesta we tenê mûçe û pare bin, herin ber devê derîyê Heyder Ebadî, herin ber devê derîyên sofîk û melayên Tehranê û doza alîkarîyê bikin. Ma xulamtî û nokerî ewqas belaşe kaka? Pare û mûçeyên xwe ji wan bistînin û li xelkê belav bikin, meselê safî bikin û xelas.

Ji alîyekî êrîşên zinêkarên DAÎŞê, ji alîyekî desttêwerdanên dagîrkeran Kurdistanê, ji alîyekî astengî û lîztikên Bexda,Tehran û Anqarayê ne bes in, îcar we dest bi lotik û zîtirkên kerîkî kiriye. Ma ev dibe canekem? Ma meriv zinê bi dê û xuşkên xwe re dike yaw? Li şûna ku hûn şerê PDK û Barzanî dikin, hûn şerê DAÎŞ û keftarên Ereb û Ecemên qûnreş bikin, ne bixêrtire baba? Yan gîhayê hewşê tehl e?

Axir û werhasilî kelam, ez serê xwe û we neêşînim gelî lotikvan û zîtirkvanan, ez tenê tiştekî zanim.

Çiye hûn zanin?

Kî dibe bila bibe, kîjan tevger, rêxistin û partî dibe bila bibe, kesên ku di vê rewşa zîz û tenik de Kurdan bi Kurdan bidin kujtin û şerê brakujîyê derxin, kesên ku berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bikin qurbana berjewendîyên dagîrkerên Kurdistanê, îxanetê li milletê Kurd û şehîdên Kurdistanê dikin û hûn sax….

Hewlêr

 

About The Author