Cemîlo tirr ji dewletê berda

Hesenê Dîn

De werin kirasê xwe neçirînin, şerwalê xwe neqetînin û kumê serê xwe neşewitînin.

De binerin bê kurê ciwamêran çawa dewleta xwe ava dikin û xwelîya heft gundan li serê Kurdan dikin.

Li bajarê Nîgde yê Tirkîyê, kesê bi navê Cemîl Sîvrî (57 salî) hawîrdorê erd û zevîyê xwe girtî ye, bi çît û dar û beran sînorê xwe danîye, xwe ji dewleta Tirkîyê cuda û veqetandiye, dewleta xwe û serxwebûna xwe mohr kiriye û navê dewleta xwe jî kiriye „Dewleta Cemîlê Serbixwe“.

Li gor sîxurên me yên li Nîgdeyê dibêjin, Cemîl Sîvrî hem serokkomar, hem serokwezîr, hem wezîr û hem jî serekerkanê dewleta xwe, an go yê „Dewleta Cemîlê Serbixwe“ ye. Ne kesek ji wî hesab dipirse, ne jî ew hesab dide kesekî.

Cemîl efendî ji bo dewleta xwe marşek netewî jî nivîsandiye, ji dewleta xwe re alayek jî çêkiriye û li ser navê xwe û dewleta xwe pare jî dane çapkirin. Û em vê jî bêjin, hemwelatîbûna Dewleta Cemîlê Serbixwe belaş e, bê mesref e û her kesê ku bixwaze kare bibe hemwelatîyê Cemîl efendî.

Werhasilî kelam..

Hûn dibînin ne wilo?

Ma ev ne ecêba xwedê ye?

PKK ev 40 sal e nikare li gundekî Kurdistanê serxwebûnê bidestxe û dewletê ava bike, lê Cemîl Sîvrî efendî di nava hefteyekê de, bê şer û pevçûn, bê xwînrijandin, li bajarekî Tirkîyê dewletê ava dike, marş û alaya dewleta xwe çêdike û biserde pareyên dewleta xwe jî çap dike.

Helbet piştre Cemîl efendî ji ber çapkirina pareyên sexte tê girtin, ew meseleyek din e. Lê ciwamêro ji bo çend rojan be jî Dewleta Cemîlê Serbixwe ava kir û kêfa kîrê xwe kir wesselam…

 

About The Author