Mirîşkên Çînê memik kirin wek nepoxê

Çang Çîng Çong

Wek hûn zanin, welatê Serok Mao Zeytûng, ango Çîn, welatê çêkirin û afirandina tiştên sexte ye. Bi sextekarî û kopîkirina tiştan Çîn bûye welatek ji welatên herî dewlemend û mîlyoneran. Her çiqasî ji derve wek welatekî sosyalîst bixuye jî, lê Çîn bûye yek ji welatê kapîtalîst ê dinyayê.

Axir..

Mesela me li ser hormonan û mirîşkên bi hormon bû.

Li Çînê, hingî hormonan didin mirîşkan (ji bo qelew û qûnmezin bibin) û hingî xelk (bi taybet jin) goştê mirîşkên hormonkirî dixwin, serê wan bi tendirustîyê re ketiye belayê. Bi taybet jinên Çînî ji ber xwarina goştê mirîşkên hormonkirî memikmezin dibin, ango memikên wan mezin dibin û dinepixin, memikên wan dibin wek wan nepoxên etaran û hew di kirasê wan re hiltên. Erê her çiqasî tam û lîztina bi memikên mezin xweştir û seksîtir be jî, lê memikên pir mezin jî meriv ji mêranî dixin û diranan di devê meriv de nahêlin.

Ji ber gazindên jinên Çînî, hikûmeta Çînê niha qedexe danîye ser şîrketên ku mirîşkan bi hormonan xwedî dikin û halîhazir qûn li wan qetiyaye.

Ji alîyê din, zilam û mêrên Çînî jî zorî dane û zor didin xwarina goştê dîkên hormonkirî.

Çima hûn zanin?

Ji bo kîr û xirrê wan mezintir bibe.

Ji ber ku xirrê Çînîyan piçûk e û nikarin jinên xwe têr bikin, wan jî zorî daye xwarina goştê dîkên hormonkirî û hêvîdarin ku goştê dîkên hormonkirî (çawa ku goştê mirîşkên hormonkirî memikên jinan mezin kiriye) xirrê wan mezintir bike da ku jinên xwe têr xiyarên qerase bikin.

Ez serê we û zarokên Mao Zeytûng neêşînim, jinên ku memikên wan piçûk in û nikarin dilê zilamên xwe xweş û çavê wan têr bikin, bela nesekinin û ji Çînê çend bar goştê mirîşkên hormonkirî ji xwe re bînin qurban. Ne hewceye hûn têkevin bin kêr û meqesên estetîkê û bi sîlîkonan memikên xwe binepixînin. Hema rojê çend mirîşkên Çînê bixwin û xelas..

Pekîn

 

About The Author