QORIK KÛZ BÛYE!

Rêwîyê Kal

Xalê Hiseyîn xwe li ser kanepê dirêj kiribû, ji pîreka xwe Fato re qala leşkerîya xwe dikir. Bîranînên xwe vedigot, ji nişka ve got: “ Fato ka telefona min bide, zûdaye ez qe li destebirakê xwe Mistefa negerîyame. Mêzekim hela di çi halî de ye, feqîro nexweş bû!”

Fato telefona berîkê gihand xalê Hiseyîn, li Mistefa gerîya.

* Elo

* Fermo

* Mistefa ez Hiseyîn lo, te ez nasnekirim gelo?

* Ser çava bira, bibore guhên min baş nabihîze, ji ber wê min dengê te hilneda.

* Mistefa bira rewşa te çawa ye, tu baş î ?

* Bira başîya çi! Ez çûçik (biçûk) bûme! Kiçik bûme! Qorik kûz bûme!

* Wax mala minê, li xwe baş mêzeke. Xweda ji îmanê mehrûm neke.

Wek vê meselê, îro qorika sîyaseta Kurda jî kûz bûye, çûçik bûye! Çiqas ji neteweperwerîya Kurdistanê dûr dikevin ewqas qûz dibin. Lewma gemarên çepgir Kemalîst û îslamîstên Tirkan bi hêsanî li pişta wan siwar bûne!

Xweda hiş û aqil bide wan…

7 Teşrîn 15

About The Author