Leyloka me hem li nêl xist, hem li bizmêr

Ehmed Beyan

Belê, Leyloka me, ango xaltîka me Leyla Zana, di dema sûndxwarina meclîsa Tirko û virqo de dîsa lotikek paşûpê avêt û deng bi xwe xist.
Wek bê bîra we, Leyloka me di hilbijartinên 7 Hezîranê de dîsa di meclîsa Tirko de sûnd xwaribû. Hem jî wek bilbil xwendibû û bêyî ku gotinekê jî biguhere sûnda meclîsê daqurtandibû. Lê vê carê meqesek li sûndê xist û mejîyê Kurdan dîsa kir şorbe.

Leyloka me vê carê dema sûnd xwar, berê xwe da Kasimpaşalî Receb, got: „Ji bo aştîyek bi rûmet û mayîn de“ û dest bi xwendina sûnda xwe kir. Her tişt temam û bê qisûr xwend. Yanî „devletin bolunmez butunlugune, Atavirq devrim ve inkilaplarina bagli kalacagima“ û quzilqurtên din bêqisur xwend û xwedî lê derket. Lê ku dor hat ser gotina „buyuk Turk milleti„, got „buyuk Turkiye milleti“ û tofan û tirabêlk rakir.

Êêêêêê, yanî te çi qencî kir xaltîka Leyla?

Ha „buyuk Turk milleti“ û ha „buyuk Turkiye milleti„, ma herdu jî ne heman gû ne? Em bêjin bela „buyuk Turkiye milleti“ rîx be, ma dîsa bêhna gû û bêhna gennî jê nayê keçko?

Maden nêta te û guhertina sûndê hebû, madem te dixwest qencîyekê bikî û di nava sûnda Tirkan de birî, qe nebe te bigote „buyuk Turkiye milletleri“ yan „buyuk Turkiye xelkleri“ dîsa me dengê xwe nedikir û meyê bigota „şabaş ji xaltîka me Leyla re şabaş!“.

Lê îcar „buyuk Turkiye milleti“ çi quzilqurt e, çi jehr û ziqûm e xwedêhiştê?

Ez serê xwe û we neêşînim, xaltîka me Leyla Zana hem li nêl xist, hem li bizmêr. Ne xwe ji meclîsa Tirko, sûnda wan û 17 hezar lîreyên wan bi dûr xist û ne jî dilê Kurdan ji xwe hişt. Yanî, ne şîş yansin ne kebab (ne şîş bişewite ne kebab).

Axir û werhasilî kelam, xaltîka me Leyla Zana dîsa jî bi 101 qatî ji wan dewşîrme û çeqilmastên di nava HDP de çêtir e, Kurdperwertir e û dilşewattir e. Erê carna lotikên paşûpê û paşpaşkî davêje jî, lê rebenê ew jê tê û qey nikare derkeve derveyî sînorên sîstema Tirko û Kemalo wesselam..

Dîsa jî ez vê lotika xaltîka xwe Zana pîroz dikim û bi hêvîya ku carek din di meclîsa Tirko de hew vê sûnda nîjadperest bixwîne…

Enqere

About The Author