Mêro ji xwarina gû têr nabe

Cilêtçî Mihê

Hinek kes bi salan dixwînin da ku bibin tiştek. Bibin doktor, mihendiz, profesor yan jî tiştekî din. Lê ku kerîtî û ehmeqî di xwîna meriv de hebe, ev temamê temenê xwe bixwîne jî dîsa fêde nake. Bibe profesor jî dîsa ker dimîne, ehmeq dimîne.

Profesorê Tirk (sedî sed ew jî dewşîrme û çeqilmast e) Celal Şengor hevpeyvînek daye çapemenîyê û zîtirkek bergîlkî avêtiye. Celal Şengor jina xwe ji xwe berdaye (belkî jî nemêr be û hê nezewicî be jî) gotiye „Gûxwarin ne êşkence ye. Ez karim wek hingiv gû bixwim“ û pêde çûye.

Celal Şengor efendî gorîl û meymûn wek nimûne nîşan dane û gotiye „Gorîl gûyên xwe pêşkêşî hevdu dikin. Ew jî wek mirovan e, gûxwarin ne tiştekî xerab e“ filan û fîstan.

Li ser van gotin û daxwazên Celal Şengor efendî, me jî biryar da ku em gûyê xwe yê 15 rojan bidin ser hev, wî gûyî bi hinek rîxa çêlekan lezîztir bikin û ji Celal efendî re wek diyarî bişînin.

Gûyê me yê 15 rojan niha ketiye ser hev û tam 2 ton gû jê derketiye. Me niha ev gûyê xebatkarên Lotikxanê bi keştîyek taybet ji Celal efendî re şandiye û keştîya me bi rê de ye. Em hêvîdarim wê Celal efendî bi vê diyarîya me bextewar bibe û têra xwe gû bixwe. Hem jî gûyê Kurdan. Wek hûn zanin, gûyê me Kurdan ji gûyê Tirk, Ereb û Farisan gellekî bi tamtir, lezîztir û bi qalîtetir e. Tê de ne hormon hene, ne jî maddeyêm kîmyewî.

Wek hûn zanin, di salên 90î de artêşa Tirk gû bi gundîyên Kurd dabûn xwarin. Ji ber vê ye ku Celal Şengor dibêje xwarina gû ne êşkence ye. Îcar bela Celal efendî jî gûyê me Kurdan bixwe bê ka êşkence ye yan na.

Ê de noşîcan be Celal efendî…
Têr gû bixwe û bernede cîgerim..

About The Author