Stalîn zindî bû, ma Lenîn

Diyar baban

fermandeyê pêşmerge û alîkarê Serokê PAKa Rojhilat Hisên Yezdanpenah şerê dolheramên DAÎŞê dike û qûşê li wan diqetîne. Yezdanpenah bi şikil û dirûvê xwe wek Stalîn e. Hinek wî dişibînin Stalîn û hinek jî Stalîn dişibînin wî. Çapemenîya Ewrûpî jî wî wek „Stalînê Kurd“ didin nasîn û dibêjin, “Stalînê Kurd şerê DAIŞê dike” filan û bêvan.

Belê, Stalînê Kurd Hisên Yezdanpenah îro di enîya şer de, li pêşîya pêşmergeyên xwe tirrê ji terorîstên DAÎŞê berdide û serê me bilind dike.

Îcar ma kî?

Ma Lenîn!

Bi xêr û selamet wê rojekê Lenînê Kurd jî rabe û Kurdan ji van îdeolojî û mejîyên tewş û mewş azad bike, wan di bin sîwanekê de bike yek û mejîyê Kurd û Kurdistanîbûnê têxe qoqê serê wan.

Ê de haydê Lenîn haydê, em li benda te ne qurban!

Wa rêhevalê te Stalîn ji gorê rabû û di bedena Hisên Yezdanpenah de zindî bû.

Lê tuyê di bedena kê de zindî bibî, aha ez wê nizanim qurban..

Ê de zû were û dereng nemîne…

Mahabad

About The Author