Etaro Te Xweşxwaro!

Devliken Kelogirî

Rojekê etarek diçe gundekî Siwêreka Urfayê.

Çiyê wî heye heya êvarî difiroşe û ku tarî dikeve erdê, eletexmîn berê xwe dide nav gund û diçe li deriyekî dixe, da wê şevê li wir bike sibe.

Pîrek derî vedike ku kesekî xerîb li devê derî ye.

Etarê me dibêje; “Ez etar im û mêvanê Xwedê me.”

Pîrek wî derbasî hundir dike.

Ji xêndî wê pîrekê du lawên wê jî li mal in.

Axir, etarê me dest û rûyê xwe dişo û tê li odê rûdine.
Wexta şîvê ye.

Xwedê wê êvarê çi kiriye qismet, pîrek sifreya xwe tîne radixe, xwarina xwe datîne ser û li ser sifreya xwe rûdinin, şîva xwe dixwin.
Her du bira ji hêlekê ve şîva xwe dixwin, ji hêlekê ve jî li ser meseleyekê dipeyivin.

Yek jî wî, yek ji yê din, dibe himehima wan û radipelikin nav çavê hev. Rebenê mêvan şaşomaşo dibe. Her du bira her yek ji wan radihêje darekî û xwe li hev radikişînin. Etarê me bi destekî bi pêxîla yekî, bi destê din bi pêxîla yê din digire, da xwe negihînin hevdu. Lê kî ji wan darê xwe bilind dike, ew dar li nav çavê etar dikeve. Etar di navbera Xelîl û Celîl de dimîne. Di ber xwe de dibêje, “Ya Rebî ev çi pirik bû ez tê werbûm”

Pîrek jî ji qarewara wan hew zane wê çi bike, tenê dike gazî û hewar; “Hahoo gundînino! Hahoo cîranino! Zarokên min hevdu kuştin! Hahoo xwe bigihînin me! Hahoo û hahoo…”

Etar li xwe dinêre, li her du bira dinêre, li çoyên li nav serê wî radibin û dadikevin dinêre, li hewar û gaziya dê dinêre, çav di serî de dibin du tas, dibêje; “Hey qebhet pê de hatê! Ew darê xwe bilind dike dikeve min; ê din darê xwe bilind dike dikeve min; çi dikeve te, tu dikî hewar û gazî, hi ii?”

Îjar heyran!

Ev sîh-sîh pênc sal in apocî û dewletçî şer dikin ku her du jî paravanên sîstemê ne; serek û ekîba serekan ne tê de, di vî şerê qirêj de tenê reben û belengaz dieciqin, perîşan dibin, dimirin.

Xwediyên çoyan bi hev dikevin, reben û belengazên bêço çoyan dixwin…

About The Author