Serê xwelîseran bi xwê mizdin !

Rêwîyê Kal

Zilamek bi rêwîtî di ser gundekî re wê biçe gundekî din, bala xwe didê ku li qadê hemû gundî zarok, pîrek kom bûne. Ew jî meraq dike diçe, mêze dike ku boxeyek û çend nogin û çêlekên kelhatî dorpêç kirine. Bore bora boxe ye, erdê vedikole, ji ber qoçê wî toz û dûman radibe. Boxe diçe ber kelhatîyan qûna wan bêhn dike û cardin dizivire erdê dikole.

Rûspîyê gund bi hêrs serê xwe dihejîne, dike nirçe nirç û dibê: “ Ev mîrat çima wisa dike? Nezer lê ket çi hat serê wî ku wuha dike?”

Gundîyek dibê: “ Mamo em sitîlek ava cemidî bi ser de bikin, gelo wê fêda wê çê be?”

Yekî din dibê: “ Dibe ku ji kelhatîyan hez nekir, gelo meriv çavê boxe girêde?”

Zilamê rêwî derdikeve pêş dibê: “ Heke destûra we hebe ez karim vî boxeyî gij bikim.”

Rûspîyê gund dibê: “ Rêwîyo keremke, pêşniyara te çi ye?”

Rêwî dibê:” Ji min re tasek xwê, perçek pîne û hinek avê bînin bes e.”

Gundî bi lez û bez xwê, pîne û avê tînin. Rêwî bi avê serê boxe şil dike, bi xwê serê boxe miz dide, paşê xwêya mayî li ser serê boxe bi pîne girêdide. Boxe ber bi nogin û çêlekên kelhatî diajo. Çav li boxe sor dibe, yeko yeko kelhatîyan diceribîne, karê xwe bi cîh tîne werhasil.

Rûspîyê gund rêwî xelat dike, rêwî ber bi gundê ku biçê dikeve rê. Karê xwe yê li wî gundî di qedîne, çend roj dûv re cardin tê wî gundî ku derbasî gundê xwe be. Bala wî dikişîne, pîrekan serê hemû zilamên gund bi xwê pêçane.
Ev Kurdên xwelîser bûne hêsîrê îdeolojîya gemar, naxwazin Kurd bibin xwedî dewlet. Heke fêda wê çêbibe, xwêya şorika Erzinganê, ya Milazgirê, ya Wanê bi serê wan ve girêdin ku bêne ser hişê Kurdayatîyê.

2 Kanûn 15

About The Author