Yan demokratîk Sûrîye, yan mirin!

Pîrkemal

Belê, li bajarê Dêrikê Kongreya Sûrîyeya Demokratîk pêk hat û dê weledê xwe avêt. Ji hemû sazîyên civakê, sazîyên sivîl û leşkerî 103 nûner û lotikvan beşdarî kongreyê bûn. Helbet serkêşîya kongreyê jî PYD û TEV-DEM ê kir. Ma kongreya go PYD û TEV-DEM tê de tunebe kongre ye canim? Na bi dîn û îman!Wek xwarina kelê û bêxwê ye.

Axir…

Di Kongreya Sûrîyeya Demokratîk de (heke em Kurd li benda demokrasî û demokratîkbûna Tirk, Ereb û Eceman bimînin, kera nîha dêya me) endamê rêveberîya TEV-Dem ê xalê me Aldar Xelîl axivî û çend lotikên demokratîk avêtin.

Xalê me Aldar Xelîl çi gotibe başe hûn zanin gelî îlkel mîllîyetçîno?

Bi dîn û îman sûnd xwariye û gotiye: „Exûyî (brano), keda me û fedakarîyên şehîdên me tev ji bo pêşxistina projeya bratîya gelan bû. Di hişmendî û bîrmendîya me ya siyasî de parçebûn ne pêşketin e. Di hişmendî û bîr û bawerîya me de parçebûn, parçekirin, aştî, pêşketin û bextewarîyê ji gelan re nayne. Li vajayî wê; paşketin û parçebûnê bi xwe re tîne û wê ev jî şerê navxweyî û kujtinê bi xwe re bîne. Emê bi ruh û giyanê yekîtîya gelan û jiyanek hevbeş ber bi azadîyê ve pêş bikevin“ filan û bêvan.

Aldarê me domandiye, ajotiye û dîsa gotiye: „Erê lo, yan emê di nava gel û xelkan de jiyanek hevbeş û azad bihûnin, yan jî emê tar û mar bibin.Bi taybet li welatê me Sûrîyê qrîz û bohranek mezin çêbûye. Evê bohranê berê xwe daye rêyek xeter û bipêş dikeve. Yan emê di nav gelên Sûrîyê de li ser hîmên yekîtîyek azad jiyanek hevbeş biparêzin û pêk bînin, yan jî wê welatê me (Sûrîye) ji niha xirabtir bibe“ filan û virde wêde..

Belê gelî erqedaş û heval û refîqler, aha çîroka me û xalê me Aldar Xelîl û TEV-DEM ê ev bû.

Yanî, li gor gotina xalê me Aldar Xelîl, heta îro ew Kurdên ku li Sûrîyê şehîd ketine û canê xwe dane, tev ji bo jiyanek hevbeş, ji bo yekîtî û bratîya gelên Sûrîyî bûye. Yek ji wan tenê jî ji bo Kurdistanê şehîd neketiye.

Erê law….

Ez jî hew zanim çi bêjim allahwekîl..

Emê ji bo Tirk, Ereb û Ecemên qûnreş xort û keçên xwe bidin kujtin û wan têxin bin erda reş.

Ê de rehma xwedê li wan be rebbî..

Waaaa şehîdno! Li vê dinyayê hûn ji bo bratî û yekîtîya Tirk, Ereb û Ecemên qûnreş şehîd ketin, qe nebe li axretê ji bo yekîtî û bratîya Kurdan şehîd bikevin ji bo xwedê!

Mêrdîn

About The Author