Weyla ez bi qurban bûmê!

Kevîn Kurdson

Bawer bikin çi cara ku ez vê malmîrata Adrîana Lîma dibînim, ji ga û ciwangeyên nav garanê xerabtir tê serê min. Çavê min wek zotika mirîşkê sor dibin, fişe fiş bi bêvil û firnikên pozê min dikevin, girêza devê min metro û nîvekê diherike û pirça serê min dibe wek gijola cin û pîrebokan.

Kuro ma malmîratê jin e law! Bi sê telaqên jin berdanê, horî û melayîketên bihuştê jî ne weke wê ne lo. Kuro evê xwedênehiştê jina min li ber çavê min kiriye wek tenîya binê beroşê law, peeekkkkk û 101 carî pek!

Lotikvana Brezîlî, delala ber dilê mêr û nemêran, bedewa germik û nermik, tenûra germ û nanê şikeva Adrîana Lîma, bersîngê bi 2 milyon dolar dan ber sîng û berên xwe û ew derxist mazata firotinê.

Bersîngê ku ji 60 eyar almasên spî, 82 eyar safîrên şînê vekirî û yaqûtan ji alî Vîktorîa’s Secret ve hatiye çêkirin, tam bi 2 milyon dolar e û ne hedê her jinê ye ku bikire û bide ber sîngên xwe. Helbet xewn û xeyala her jinê ye ku bersîngên bi almas û yaqûtan bidin ber sîng û berên xwe û mêrên xwe dîn û har bikin. Lê wê rebenê jinên me feqîran ji ku karibin bikirin, ka ew pere baba?

Axir, bawer bikin li ba min qîmetê wan bersîngên almas û yaqûtan û pîvazekê wek hev e. Lê Adrîana Lîma?  Kuro bi namûsa mêrê berê, ezê 10 milyon dolar bikim bi qurbana maçek wê ha, wî! Ma law almas û yaqût li ber spehîbûn û bedewîya vê malmîratê tiştek in? Na yaboooooo, welle û bille na!

Axxxxxxxxxx!

Îspanya

adriana-lima-wallpaper-21

Adriana-Lima-Net-Worth

About The Author