Ezîzko navê Mêrdînîyan herimand

Reşoyê Darî

Belê, Azîz Sancar-ku pismamê wekîlê HDP Mîthat Sancar e, di beşê kîmyayê de xelata Nobelê wergirt û da zîtirkan. Azîz Sancar, ku bi xwe Erebê Mêrdînê ye lê eslê xwe înkar dike û nîjadperestekî Tirk e, erê xelata Nobelê wergirt, lê evê xelatê şexsîyet û kesayetî pê re nehişt.

Azîz Sancar, xelata xwe girt negirt, bi lez û bez berê xwe da anitkabîrê ser gora Mistoyê kor û carek din bi xwe de rît. Tew ev bixwerîtin jî ne bes bû, îcar xelata xwe ji artêşa Tirkîyê re bexşand û da serekerkanê artêşa Tirk. Yanî, Ezîzko xelata xwe da wê artêşa ku her roj Kurdan dikuje.

Belê gelî lotikvanan, çeqilmast û Tirkmanc ne tenê di nav me Kurdan de hene. Heman çeqilmast û tirşikçî di nav Ereban de jî hene. Aha Azîz Sancar jî yek ji wan çeqilmast û tirşikçîyan e.

Ê oxlim, yanî te xelata xwe da artêşa Tirk çi li te û bavê te zêde bû ka tu nabêjî?

Wek mêr û zilaman derkeve bêje „wele ez Ereb im qardaşim, quran jî dibêje kesê ku eslê xwe înkar bike heramzade ye (bîjî ye, xwînheram e)“ ma wê kesek serê te jêke, kundir!

Yanî te xelata Nobelê wergirt çiye û wernegirt çiye..

Piştî go xîret tunebe û pozê te neşewite, tu profesor be çiye û gavanê gund be çiye, Ezîzo!

Wey xelata te ne li ser xêrê be rebbî..

Ez bi serê xelata te û Nobel efendî kim, te bi xwe de rît, te xwe lewitand û te navê Mêrdînîyan jî herimand û xelas..

Mêrdîn

aziz-sancar-türk

About The Author