Başûr û Xendekên Bakur

Selahedîn Çelîk

1984ê PKK dest bi şerê çekdarî kir. Siyaseta tirk, bûyer wek “provakasyona himberî Tirkiyê”, “lîstika dewletên herêmê” bi nav kir. Bi bîranîna qedera serhildanên berê, gef li Kurdan xwar. Hin partiyên kurd jî, bûyer wek “provakasyona himberî demokrasiyê” bi nav kirin.

Piyekî din ê bûyerê, Başûr bû. PKK û PDK hevalbend bûn. Lê PDK nedixwest bi Tirkiyê re serêşî çêbin. Payîza 1984ê li gundê Rajanê yê Kurdistana Rojhilatê civîna me çêbû. Ji PDKê Îdrîs Barzanî û bêhtiriya endamên komîteya navendî hebûn. Ji me jî tenê ez û Cemîl Bayik bûn. Xwestina wan, ji tixûb dûrxistina kempên me û li deverên nêzîkî tixûb êrîş-nekirin bû.

Dema tolaziyê bû. Serê me li ewran diket. Me xwe xwediyê hemû Kurdistanê didît. Me bi ya xwe kir. Ji ber wê jî têkiliyên me xera bûn. Em bûn “serbarê” Başûr. (Dibe ew bar ne statukoya Kurdistanê dihat). Ne tenê bar, tevî rakeşiyê jî, piştgiriya Başûr heya vêga ji PKKê re di girîngiyeke bivênevê de ye.

Dîroka derewandin an piştrastkirinê

Bi ser de 30 salên PKKê deqa xwe lê dayî, borîn. Bi baş û xirabiyên xwe, li Bakurê Kurdistanê rasteqînek çêbibû û wê bandora xwe li hemû beşan dikir. Lê bi mirî, winda, girtî û boçberên xwe, bi gunden rûxandî û bajarên bombebarankirî, bi windayiyên aboriyî û çandî, berdêleke giran hebû.

Demokrafiya Kurdistanê guherîbû. Gundî rijiyabûn bajaran. Taybetmendiyên bajaran guherîbûn. Gundiyan êş û serhildêriya xwe anîbûn bajaran. Nifşa berhema şer çêbibû. Ma razeke xendekên îro, ne ev e?

Tevgera Demokratîk

Bizava demokratîk ji 1991ê ve şehîdan dide. Dadgeh û girtîgeh, navnîşanên wê ne. Lê berhem, mezin bû; parlamenter, şaredarî û bi sedan komel, sazî û dezgehên çandî, civakî û pîşeyî…

Diviyabû cebirandina birînan û piştevaniya civakî pêk bihata. Diviyabû hişmendiya netewî û demokratîk, di civakê de qurm bigirtina û di tekoşînê de rêbazên demokratîk serdest bûbûna. Diviyabû aliyê çekdarî, pêşanî bida aliyê demokratîk. Lê wisa nebû. Me bi hişsivikiya xwe, rê ji tevdanên dewletê re vekirin û destkeftiyên berhema salan, di çend rojan de ji dest çûn. Diviyabû li ser biryarên bi civakê re têkildar, giraniya gotina tevgera demokratîk hebûya. Heke ne, ew bêpirsiyarî û dîktatorî ye.

Dîsa Kurdistana Başûr. Ew, di rastiyeke din de ye. Ew, li himberî DAIŞê û listîkên Bexda û Tehranê şer dike. Bi awarteyî pêdiviya wê bi deriyê Tirkiyê heye. Aramiya Bakur û bi rêbazên demokratîk tekoşînkirin, di berjewendiya Başûr de ye.

Tiştekî din; ji deriyê Xabûrê heya Hewlêrê rêya ser 200 kîlometreyê, bi TIR û kamyonan tijî ye. Bêhtiriya wan, yên Şirnex, Mêrdîn û Amedê ne. Ango tûyê bazirganiya Başûr, diherike Cizîrê û derên navborî jî.

Bendewarî hebû ku Cizîra Bota bi hişmendiya hemdem, bizivire serdema Mîrtiya Botanê û bi Silopî û Zaxoyê re bibe navenda kurdperweriyê. Lê sed caran mixabin; kavilan ciyê qesran, şîna miriyan ciyê pêşbirkên çandî girtiye.

Gelo hişmendiya me ya netewî û demokrasiyê, têrê nake ku em destkeftiyên xwe biparêzin? Qene em hêrsa nebikêrbûn û şerpezeyiya xwe, ji birayên xwe derneynin. Ji ber ku Bakurî an Başûrî, kî winda dike, yê din jî winda dike.

Hinek Sedemên Şerê Bajaran

Bi guherînên demografîk, şerê gerîlayî giraniya xwe winda kir. Bi her awayî di tekoşîna netewî de giranî ketibû destê bajaran. Teknolojiya nû ya ragihandin û çekan jî, rêbazên şer guherandin.

Girtina Ocalan, tezên netewî yên PKKê tevlîhev kiribû. PKK di nav rastî û xeyalê de, di nav kurdistanîbûn û tirkiyeyîbûnê de çû û hat. Tevlîheviya mejî, rê ji xeletiyan re vedikir. Bi “pêvajoya çareseriyê”, bendewariyek hebû. Lê nebû, ji ber ku desthilatên tirk nikarin û dibe qet nexwazin pirsê çareser bikin.

Xapandin û xeyalşikestinê, berê PKKê da bertekên dijwar. Sedemê ji Îmraliyê dûrbûna PKKê, ev e. PKKê qurbanê xeletiya xwe bû. Dibe dewletê, PKK provake kiribe. Lê PKKê jî bi dilxweşî gotibû “fermo”. Diviyabû PKKê destkeftiyên demokratîk weke ronahiya çavên xwe li himberî dewletê biparasta. Le nebû. Yê windakirî, civaka kurd e.

Rakeşiya bajaran, HDP bêliv hişt. Çima? Ma bajar ne qada wê bû? Sedemên bêbandormayîna HDPê, gellek in. Lê ew jî êsîrê hişmendiya xelet e. Ew, ji hişê netewî dûr ket. Mirov ji tiştekî ne tam bawer be, nikare ji bonê şer bike.

Mebesta Dewletê Çi Ye?

Ez bi zanebûn dewlet dibêjim. Ji ber ku Erdogan xwe radestî siyaseta kevneşop a dewletê kiriye û wê dimeşîne. Di pirtûka dewleta tirk de pirsa kurd tineye. Gava kurd “şûmîtiyê” dikin, guhê wan dikşîne. Gava Kurd pêştir diçin, wan digre. Gava ew serî hildidin, wan dikuje. Gava Kurd xwe venaşêrin, wan bombebaran dike, dirûxîne, komkujiyan dike.

Tişta îro dewlet bi bajaran dike, tişta di serdema 1990an de li gundan kirîye, ye. Heman bîrdozî, siyaset û dezgeh, li ser kar e. Yên îro bajaran dişewîtinin, zarokên ên di 1990an de gund dişewitandin, in.

Bûyer, ji “xendekan” gellek wêdetir e. Nîjadperestiyê, dewlet kor û har kiriye. Heya em nebêjin, “em bi koletiyê razî ne”, wê ew dev ji me bernede. Pirs şermezarkirina xeletiyên PKKê be, hezar caran erê. Lê gelo di pişt wê “taya şermezarkirinê” de, razîbûna bêrûmet a koletiyê xwe nade dest?

Dewleta tirk, çima wisa bizirav e? Kurd û tirkên dijber, hê di şoka hilbijartinê de ne. Di serê dewletê de lihevhatina artêş û AKPê, tam e. Tevî têkiliya DAIŞê jî, ji ber nakokiya Rûsya û DYAyê, Tirkiye weke zarokê şûm ê NATOyê ye. Ji ber pirsa koçberan, YEyê, ji rexneyên himberî Tirkiyê gavên paş avêtine…

Ji aliyekî ma em ne deyndarê dewleta tirk in? Dibe bi zilma xwe, hişê me anîbe serê me.

Rûdaw

About The Author