Mêrê 4 jinan lotikek li serokatîyê xist

Bavê Cengo

Belê, wek hûn zanin, roja 17ê vê mehê, hêzên Asayişa PYD êrişî çalakiya endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kiribûn (ji bo pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê), rê nedabûn Ala Kurdistanê bê bilindkirin û hinek jî girtibûn.

Di derbarê vê lotika asayişê de Serokatîya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser rêgirtina bilindkirina ala Kurdistanê li Girkê Legê derxistibû û tê de gotibû ku „kesên ew kar kirine wê poşman bibin“ filan û fîstan.

Piştî daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê, Kantona Cizîrê ya bi serokatîya Şêx Himêdî Deham El-Hadî (Erebê qûnreş û mêrê 4 jinan) ragihand ku ew nahêlin ti kes ala Kurdistanê bike hêceta têkbirina ewlekariyê li Rojavayê Kurdistanê.

Kantona Erebê qûnreş û mêrê 4 jinan di daxuyanîya xwe de got ku “Em nahêlin ti kes ala Kurdistanê bikin hêceta têkbirina ewlekariyê. Bila Başûrê Kurdistanê destêwerdanê di karûbarên kantonan de neke.Başûrê Kurdistanê piştgiriya wan kesên têkder dike ku hewl didin fitneyê di nav xelkê de derxînin“ filan û xeftan.

Ez serê we û mêrê 4 jinan neêşînim, ji bo mêrê 4 jinan Şêx Himêdî Deham El-Hadî û kartona Cizîrê, rakirin û bilindkirina ala Kurdistanê tê wateya tevdan û têkbirina ewlekarîya rojava. Û mêrê 4 jinan zirt li başûr û Serokatîya Herêma Kurdistanê kiriye ku desttêwerdanan di karûbarên kartonan de neke, piştgirîya wan kesên têkder (yanî terorîstên ENKS) neke û pozê xwe nexe nav şorbe û pelûla rojava.

Werhasilî kelam gelî xwendevan û lotikvanan, ez bi xwe vê lotika mêrê 4 jinan pîroz dikim û qûna wî bi qulek sor dax didim. Birastî jî xweş dilîzin û xweş govendê digirin. Gava li wan teng dibe xwe davêjin bextê Barzanî. Û gava li wan fireh dibe, îcar Barzanî û Serokatîya Başûr dikin qirdik û wek wam meymûnên qûnsor bi wan dilîzin, tinazî û dijminatîya wan dikin. Wey aferîn ji we re!

Lê bi ya min qenc û xweş dikin.

Qenc û xweş dikin ji ber PDK û Serokatîya Başûr tenê ji vî zimanî fêhm dikin. Heta meriv dijminatîya wan neke, meriv li ber dilê wan şîrîn nabe, nabe şekirê Şamê. Heta meriv dijminatîya wan neke, meriv li Hewlêrê nabe xwedî rêz, nabe xwedî koçk û sera. Yanî, heval û refîqên me siyasetek baş dimeşînin wesselam.

Ê de xwedê kerîm û rehîm e lo…

Di ku re zirav bû û di ku re qetîya, ji vî ve û hûn sax!

Qamişlo

About The Author