Serê du beranan di beroşekê de nakelin

Esrarkêş Ehmê

Ez nizanim ev nexweşî tenê di nav me Kurdan de heye, yan di nav xelkên din de jî heye. Heke di nav xelkê de hebe jî, bawerim ne wek me Kurdan e. Nexweşîya bihevketinê, parçekirinê û lingşemitandinê.

Li ser bextê fitne û fesadên nava PSK û HAK-PARê be, dibêjin ev demek e lotikvanên PSK û HAK-PARê bi hev ketine, bi mîrkutan rabûne hev û tirr ji hev berdane. Ji xwe di çapemenîya wan de dixuye ku tenûrê disincirînin û ava serê hev dikelînin.

Piştî ku kekê me Mesut Tek vegerîya welêt û PSK bû legal, pirsgirêka „ez yan tu“ dest pê kir. Li gor fitne û fesad dibêjin, PSK dixwaze bi navê xwe partîyek legal damezrîne ku navê „Kurdistan“ê jî tê de hebe. Lê çavîş û başçawîşên HAK-PARê jî qebûl nakin û dibêjin; „nabe babam, va HAK-PAR heye, bela PSK xwe fesix bike û têkeve nava HAK-PAR ê cîgerim“ filan û fîstan.

Piştî van lotik û zîtirkan, îcar di çapemenîyê de jî zorî dane hev û ha ha li ser hev dinivîsin, hevdu gunehbar dikin û hevdu dane ber lotik û zîtirkan.

Ê law hey xwedêhiştino!

Xwedê jê razîno!

Law ji xwe baş xirab xirbeyekî we hebû û çend kevirên we li ser hev mabûn, qey çavê we lê ye hûn wan çend keviran jî ji asasê xirbeyê xwe bidin alî û mala xwe bibin mîratê babam?

Yanî hûn di bin konê PSK de bibin yek çiye, yan di bin konê HAK-PARê de bibin yek çiye?

Bi sê telaqên jinberdanê, ne PSK bi serê xwe kare bibe alternatîf û ne jî HAK-PAR.

Ne T-KDP û PAK bi serê xwe karin bibin hêvî û alternatîf, ne jî partîya Xelo û Celo.

Li şûna go hûn xwe û me bixapînin û bi qûna mirîşkê hêkên qazê bikin, hûn wek ciwamêran bibin yek ne baştire, belqitîno?

Ma we ji parçebûn û parçekirinê têr nexwariye bavê min?

Yan hûn nikarin bi kerê lê dibezin kurtanê xwe?

Werhasilî kelam gelî lotikvan û temaşevanên sînemê, kekê me Mesut Tek (PSK) û xalê me Kemal Burkay (HAK-PAR) mabûn, wa ew jî wek mişk û pisîkê rabûne hev û kêfa xêrnexwazan li xwe jî û li me jî tînin.

Ê başe babam, çare çiye?

Hûn li hev nakin?

Kerem bikin, werin nav refê Partî Demokratî Lotikxane û xwe ji van bela û teşqeleyên serêş û zikêşê xelas bikin kaka. Serê neêşe ne hewceyî destmalê ye û hûn sax…

Amed

About The Author