Xewnê bibînin û dewlemend bibin

Mîrê Xewnan

Wek hûn zanin, hinek Tirk û alîgirên AKP Erdogan difirînin ber perê ezmanan. Hinek wî dikin Îsa, hinek dikin Mûsa. Hinek wî dikin Mêhdî, hinek dikin Mihemed. Hinek xwe pêşkêşî wî dikin, hinek tiştên din. Mêrik kêf kiriye wesselam. Ji her derê derîyên xêrê jê re vebûne.

Axir..

Xewn mabûn, wa Erdogan ket xewn û tefsîrên xewnan jî.

Hinek malperên Tirkan di înternetê de dest bi zîtirkên bergîlkî kirine û dest bi tefsîrên dîtina Erdogan kirine. Yek ji wan malperan jî malpera Diniruyatabirleri.com.tr e.

Gelo meriv Erdogan di xewna xwe de bibîne, tê çi wateyê?

Li gor wan malperên Tirkoleran, kesê ku Erdogan di xewna xwe de bibîne, „şans û qismetê wî vedibe, kar û qezenca wî /wê zêdetir dibe û rizqê wî/wê fireh dibe“ filan û fîstan.

Yanî, heke Erdogan bê xewna we, xwedê bi elba mezin da we. Wê rizqê we fireh bibe, şans û nesîbê we zêde bibe, hûnê dewlemend bibin û kes nikare bêje sîya we xwar e.

Îcar gelî xwendevanan, rabin û rûnên û dua ji xwedê re bikin go Erdogan bê xewna we. Heke hûn dixwazin dewlemend bibin û rizqê we firehtir bibe, Erdogan ji xewnên xwe bêpar nehêlin.

Îcar hûn û mêrik li hev qurban..

Hûn di xewnê de çi ji hev dikin, hûn zanin..


Enqere

About The Author