Qirdê wî jî li bizinê ket

Hesen Almas

Êvara serê salê meriv dua ji xwedayê xwe dike ku qird û risqê meriv vebe û bereketa meriv zêdetir bibe. Xweda duayên meriv qebûl dike yan nake tiştekî din e, lê meriv diceribîne, bû bû, nebû jî tewkelî bi xwedê.

Li Oklahoma Cîty a Amerîkayê duayên Darryl Gene Socoggin paşûpê û paşpaşkî lê vegeriyan.

Amerîkîyê bi navê Darryl Gene Socoggin, di êvara serê sala 2016an de bazda ser bizinê (nîha bizinê) û kela dilê xwe rehet kir. Rehet kir lê rebeno bû qurbana lotikên bizinê û bi gumana tecawizkirina bizinê hat girtin.

Li gor saloxdanên sîxurên me, Darryl Gene Socoggin 3 katjimêran dua ji xwedê re kirine ku qird û nesîbê wî veke, wî ji tengazî û xizanîyê xilas bike û çend çewal dolar bi ser de bibarîne. Darryl Gene Socoggin gava dîtiye ku duayên wî vala diçin û xwedayê wî guh nade wî, aciz bûye, rabûye bizinek girtiye, şerwalê xwe daxistiye û hilê bizina reben li milê wê kiriye, qûş li bizinê qetandiye. Bi vî awayî kerbê xwe di serê bizina reben re derxistiye.

Piştî ku gundî û cîran wî di ser bizinê de digirin, polîs tên û kîrê wî ji bizina reben derdixin û berê wî didin qulika hepsê.

Îcar tembîya min li we be kezebno…

Hay ji xwe û duayên serê salê hebin. Duayên hinek kesan diqebilin û qebûl dibin, ên hinekan jî paşûpê û paşpaşkî li wan vedigerin. Duayên rebenê Darryl Gene Socoggin bi nîhandina bizinê lê vegeriyan. Îcar wê duayên we çawa li we vedigerin, hûn û qirdê xwe wesselam..

Amerîka

About The Author