”Birê min, bu şehîr bû hale mî duşecaxtî..“

Sirac Kirici

Gotinek gelerî heye

”agir dibare”

Hefteyek berê ez li Kurdsitanê bûm…

Rast e..

Li bakurê Kurdistanê ”agir dibare”

dîsa fermana me rabûye.

Em û tenêbûyîna xwe.

Em û xeletîyên xwe.

Me di çareserîyan de bêçaretîyê ji xwe re kirîye siyaset

Rewşa awarte, wêranî,

xendek û qetilkirin êdi bûye perçeyek ji jiyana miletê me

Hiqûq , edalet di nav acizîyekê de ye…

Rêbazên ku em bi kar tînin bi xwe re sergêjiyek anîye.

Vî alîyên xendekê, wî alîyên xendekê

Kes me nabihîze

Em hev û din nabihîzin…

Leçek û dolbendên sipî bê çare ne.

Diyarbekira şêrin wek bombeyek li ber teqînê ye..

Lê şertên me çiqas dijwar dibe bila bibe

Zarok û hemwelatiyên me ji Tirkên ku xelata Nobelê girtine hîn demokratir in.

Roja ku ez daketim Amedê

Du bûyer

û

Du helwestan bala min pir kişandin.

Yek hîn li balafirgeha Amedê,

Ya din jî li mala hevalekî qewimî..

Balafirgehek nû li Diyarbekirê hatîye avakirin.

Cara yekeme ku ez têm vê balefirgehê…

Ne layiqî Diyarbekirê be jî, ji balefirgeha eskeriyê pir û pir baştir e..

Bûyera yekem

Di nava teyarê de qewimî.

Teyara me bi selametî daket balefirgeha nû.

Hîn em ji teyarê daneketin e.

Hazirîya derketinê tê kirin

Diyaloga telefona xortekî bala min kişand.

”Oxlim nîye cenaze gibî konişisan” , (lawê min çima tu wek meytan dipeyivî)

Wexta dengê ”oxlim niye cenaze gîbî konişîsan ” hat, hîn bêtir min xwe nêzî wî kir.

Xort axafitina xwe didomîne.

”Nasil bu seate oraya gelemem, bu benim şehrim” (Di vê seatê de çawa ezê nikaribim werim wir, ev der bajarê min e)

Li ser vê axeftinê dengek hat: ”Birê min bu şehir bu hale mi duşecaxti..“

Rêwiyên teyarê rabûne ser piya bi lez çenteyên xwe digrin û ber bi derî diçin lê derîyê teyarê venabe…

Tiştek heye lê em nizanin çî ye?

Nêzî 15 deqeyan dom kir.

Ji her serîyekî dengek derdikeve…yek dibê ” Hostes xanim, hele ji vî qaptanî bipirse”

Ê din dibêje “Xêr e hûn çima derî venakin..”

Danustendin û bersivên hostesê nîşana acizîyekê bû.

Bi zorê peyv ji devê wê derdiket…

Her ku diçû nerazîbûyina rêwîya zêde dibû.

Ji aperloya teyarê dengê anosek hat:

“Qaptanê we dipeyive ji sedema arizayek tekniki vê gavê deri venabe ji kerema xwe bila herkes li cihê xwe rûne“

Dengê rêwiyan û peyvên wan î orjinal bala min dikşine

Dîsa dengek ji aperloyê hat:

‘‘Biborînin ji bo demekî ewê eletrika teyarê qut bibe meraq nekin‘‘

Ez li paş wî xortê ku bîstek berê bi telefonê dipeyivi rûniştime.

Telefona wî disa lêket…

“Mihê oxlim bizî rehin aldilar, dişarî çixamîyix” (Mihê me rehin girtine, em nikarin derkevin derve)

Her ku wext dirêj dibe bihna rêwîyan tengtir dibe…

Ji nav rêwîyan dengek tê

”hendekin intiqamini alîlar” (heyfa hendekan digrin.)

Ê din dibêje

”Hostes xanim, ma ne oldî ampul mî patladî“

Dengekî din “li vî bajarî ew ampula vênakeve”

Pêxwasek dibêje: ”Hostes xanim, ez ji tarîbûyina şevê hezdikim.”

Xortê li ber min runiştiye…dengê xwe bilind kir.

”hurmetê nîşanî xanimê bidin ew mîvanê bajarê me ye”

Reştarîya hundur bi telefona rêwîyekî ronî dibe.

Herdu hemwelatiyê me ji bo wê hostesê hindikmabû şer bikin.

Eletrîk hatin…Piştî wê anosek “ Sedema derî venebûyinê ”Körük e”

Derî vebû…

Hêrsa rêwiyan hinek daket.

Li gor sistema nû ”Körük” nêzi derî nebûye û ji bo wê jî derîyê teyarê venebûye.

Çarê şevê ye….

Diyaloga herdu xortê ku li hundir hindikmabû şerbikin li derve jî didome.

Xortê li ber min runiştibû ji ê din re dibêje ”dibê em ferqa xwe û tirkan nişan bidin”

Gedê bajêr bin,

pêxwas bin lê felsefak wan he ye.

Dibê em qimeta xort û welatê xwe zanibin.

Ev bûyera li Tirkyeyê biqewimîya û hostes kurd ba ewê wan personelên teyarê ”linç” bikirana.

Diyaloga bi zarokan nîşana naskirin û pêşketina wê civatê ye.

Kilamek Ciwan Haco heye

”Diyarbekir mala mine ew mesken û paytaxta min e…..”

Şert çiqas dijwar dibe bila bibe li Diyarbekirê jiyan xweş e…

Di demeke pir kin de mirov fêrî jiyana awarte jî dibe.

Li vî bajarî mirin, kuştin, girtin perçeyek jiyana insana ye..

Amadeyî her şertên jiyanê ye.

Xweşiyê jî zane

Berxwedanê jî

Tenê dibê rêkî rast li ber be..

Em li mala bûrayên min rûniştine

Li hin taxan derketina derve qedexe ye.

Mijara me siyasete

Derî lêket…

Keca baldiza min Seçil û kurê xwe ketin hundir.

Fasla xêr hatinê xelas bû şunde.

Min ji kurê Seçîlê pirsi tu çawa ye?

Deng jê derneket..

Tu bi kurdî nizanî?

Kurê Seçîlê

Bi awayekî bi xwe bawer

‘‘Na, ez nizanim ‘‘

”Ez tirk im”.

Xwedîyê malê, dayka wî jê pirsî ”tu li Diyarbekirê dijî.

Dayika te kurd e.“

Ew zarokê ku temenê wî hîn 10 salî ye vê bersivê da:

’’Dibe dayika min kurd be, lê bavê min tirk e. Ji bo wê ji

Ez jî tirk im.“

Ez ji xwe fikirîm…

Ferqa kurda û tirka ev e.

Demokratî,

Demokrasî, pêşketina civatê ev e.

Li malbateke ku ji bo siyaseta kurdîtîyê bedel dane, zarokek bi vî şiklî perwerde bûye ferqa kurdan bi her awayî xwe nîşan dide.

De bifikirin….

Aziz Sancarê ku xelata Nobelê girtîye çawa tev digere

Zarokên li Kurdistanê mezin dibin çawa tevdigerin…

Li rojhilata navin kesek bi qasî me kurda ne demokrat in.

Alimê wan xelata xwe diyarî diktatoran dike…

Di bin êrişa tanq û topan em xwedî toleransekê ne..

Hemwelatiyên me ji zanist û alimên wan hîn demokratir in.

Ev yeka mezîyetek e.

Mezîyetek ku rêberê wê li gor giranîya vê peyvê tev bigerin…

”Birê min bu şehîr bû hale mî duşecaxtî..“

”Birê min ewê ev bajara di vî halî keta“

Kurdinfo

About The Author