Xweserî û Xwelîserî!

Rêbwar Kerîm Welî

Peyama sersalê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi taybet ew beşa ku behsa çareserkirina arîşeyên siyasî yên Kurdistanê dike, li aliyekî de deriyê çareserkirina kirîza siyasî ya Başûrê Kurdistanê vedike lê li aliyê din jî hêzên siyasî serpişk dike ku çareyekê ji rewşa niha re bibînin.

Barzanî di peyama xwe de diyar dike ku ew wek Serokê Herêma Kurdistanê dê bi partiyên şirîkên hikûmetê û partiyên ku derbasî parlamentoyê bûne re dest bi hevdîtinê bike. Lê meseleya girîng di vir de ye ku gelo hemû partî (Gorran jî di nav de) dê beşdarî wan hevdîtinan bibin? Eger beşdar bibin dê di çi astekê de beşdar bibin?

Tevgera Gorran, di kirîza serokatiyê de xwe kir aliyê herî hişk li dijî PDKê. Ev jî bû sedema derketina rewşa niha. Îradeyek jî peyda nebû ku Kordînatorê Giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa û Barzanî bi hev re rûnên û vê yekê çareser bikin. Ev cure rêkeftin di dîroka karê Mam Celal û Kak Mesûd de pir in. Gellek caran polîtuboryên PDK û YNKê li ser mijarekî bê çare diman lê dema Barzanî û Talebanî bi hev re rûdiniştin, mesele çareser dibû.

Wateyeke din a peyama Barzanî jî ev e ku ew dizane ti encamek ji hevdîtinan dernakeve ji ber wê jî him li ser aktîfbûna parlamentoyê “li ser bingeheke nû” tekez dike him jî sê pêşniyaran arasteyî partiyên siyasî dike.

Helbet ev pêşniyar berê jî hebûn lê piştî bûyerên mehên Hezîran, Tebax û Cotmehê yên par, êdî rewş hat guhertin. Yanê her cure firsend û pêşniyar hatiye pêşkêşkirin da ku partiyên siyasî êdî manovran nekin. Li gorî min li pêşiya wan çar rê heye: Ya yekem; partiyên siyasî dikarin bi saziya Serokatiya Herêma Kurdistanê re li ser guhertina qanûna serokatiyê muzakere bikin û projeyek nû pêşkêş bikin. Jixwe Serokatiya Herêma Kurdistanê jî piştgiriya vê yekê dike. Ya duyem; Hilbijartin were kirin. Wê demê jî Barzanî yan dê bixwe bibe namzed yan jî dê namzedekî din destnîşan bike û pişta wî/wê bigire. Ya sisiyan; Bila alternatîfekî ji Barzanî re bibînin. Hinek kes wisa nîşan didin ku peydakirina alternatîfê Barzanî hêsan e! Ya çarem jî ew e ku rewşa niha qebûl bikin û li benda hilbijartinan bimînin.

Xweserî û Xwelîserî!

Piştî ku PKKê havîna par, agirbesta navbera xwe û Tirkiyê şikand, bac û êşa wê yekê hemû ket ser milê gelê Bakurê Kurdistanê. Kurdên Başûr û Rojava jî ji vê yekê bêpar nebûne. Eger di salên 1990î de dewleta Tirk bi darê zorê kurd neçar dikir Kurdistanê vala bikin û berê xwe bidin rojavayê Tirkiyê, ev yek vê carê ketiye ser milê PKKê û kiryarên wê rêxistina çekdar dibin sedem ku kurd bajar û warê xwe berdin. Di heyama 10 salên borî de gellek caran PKKê di warên siyasî û leşkerî de şikest xwariye û baca wê jî gelê Bakur daye.

Îro PKKê şer biriyê nav bajaran û vê yekê jî wek çareseriya dawî dibîne. Wisa hizir dike ku dikare bi vê şêwazê, armancên xwe bi dest bîne. Helbet divê mirov piştgiriya mafên rewa yên gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bike lê divê PKK jî hesabê vê siyaseta xwe bide.

Gelê Bakurê Kurdistanê ranebûye serhildanê, tenê PKK şer dike. PKK daxwaza “Xweseriya Demokratîk” dike ne statûyeke netewî. Mirov dikare bêje ew tişta ku PKK dixwaze mîna sîstema rêveberiya Iraqê ye ya ku piştî rûxana rêjîma Sedam Husên, ji aliyê Amerîka ve hatibû danîn.

Eger PKK vê carê jî bi ser nekeve êdî gelê Bakurê Kurdistanê baca vê binketinê nadin. PKK bi kuştina 2 polîsan, tevahiya destkeftên demokratîk û pêvajoya çareseriyê pûç kir. Helbet gelê kurd vê carê beriya ku li dewleta Tirk hêrs bibe dê li PKKê hêrs bibe.

Rûdaw

About The Author