Hem şareza hem lezîz

Pornocî Kemal

Weh hûn zanin, meriv tam û lezîzê ji hestîyê kêmgoşt nabîne. Divê hestî têrgoşt be ku meriv miradê dilê xwe lê bike , jê têr bixwe û zikê xwe bike meşk. Aha jin jî wilo û wisa ne.

Li gor lêkolînên navnetewî, dibêjin jinên qelew û têrgoşt hem şeraza û biaqiltir in, hem jî di zayend û seksê de jêhatîtir in. Hem di kar û barên malê de, hem di perwerdekirina zarokan de û hem jî di rijandina girêza mêr de pir jêhatî ne.

Li gor gotinên gotinbêjan, dibêjin xwedêgiravî jinên qelew û têrgoşt wek wan dermaleyên malê û wek wan çêlekên Hollandayê ne. Tu jê bixwî nexwî ne xelas dibe, ne diqede û ne jî dawî li bereketa berhemên wê tê. Dibêjin laş û bedena jinên qelew û nîvqelew ji jinên din (yanî jinên çerm û hestî, jar û jihevdeketî) zêdetir hotmona Ostrojenê çêdike. Hormona Ostrojenê jî bandorê li mejî dike, mejî diparêze û mejî şarezatir dike.

Belbet bi jinên qelew û nîvqelew re rûnê Omega 3 jî pir e. Wek tê zanîn, rûnê Omega 3 ji mejî re pir baş û bi fêde ye. Ostrojen û Omega 3 dihêlin ku mejî zêdetir bixebite, şarezatir be û rê ji pêşketina hiş û êqil re vedike.

Ji alîyê din, tê gotin ku Ostrojen û Omega 3 herweha bandora xwe li şehwet û seksê jî dikin. Xwedêgiravî jinên qelew û têrgoşt ji jinên jar û darikî germtir in, hartir in û girêza zilamên xwe 3 metroyan diherikînin.

Werhasilî kelam, li ser bext û wîjdanê lêkolîn û rapirsînên xelkê be.
Xêr û guneh di stuyê wan de be..

fat3

fat2

fat1

fat5

About The Author